Komîteya Înşa a Kobanê: Zivistan nêzdibe divê xebat bi lezgînî rêvebiçe

09:08

Zêrîn Kurtay/JINHA

KOBANÊ - Şervanên YPJ/YPG'ê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê paqij kirin, bajarê Kobanê ji nû ve tê înşakirin. Xebatê înşayê a ku bi pêşengiya jinan tê rêvebirin, bê navber didome. Aysel Ahmet a ku di Komîteya Înşakirina Kobanê de cih digre diyar kir ku divê bi yek destî lezgînî bidin xebatê înşakirin û amedekirinê.

Êrîşê çeteyên DAIŞ'ê a li ser Kobanê piştî berxwedana şervanên YPJ/YPG'ê a bi mihan hat paqij kirin û xebatên înşakirina bajêr ji nûde despêkir. Kobaniyên ku ji ber êrîşên çeteyan neçar man ku ji warê xwe koçbibin piştî rizgarbûna Kobanê vedigerin herêmên xwe. Yek ji jinên ku cihê xwe di Komîteya Înşakirina Kobanê de digrin Aysel Ahmet de. Aysel derbarê xebatê înşakirinê de agahî dan.

'Em bajarê xwe ji nûde înşa dikin'

Aysel destnîşan kir ku ew demek dirêje cihê xwe di nava xebatê înşakirinê de digre û wiha got: "Kobanê îro bi pêşengiya jinan ji nû de tê înşakirin. Kobanê ji aliyek rastî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê hat ji aliyê din rastî dorpêç û ambargoya dewleta Tirkiyê ma. Zilmek mezin li hember gelê Kobanê pêk hat. Me bi mahan li hember polîtîkayê çewsandinê li berxweda û berxwedana me wê berdewam bike. Em ê bajarê xwe ji nûde înşa bikin û ji bo gelê vêderê çi derfet ji destê me bê em ê pêşkêşî wan bikin."

'Ên ku soz dane divê sozê xwe bi cih bînin'

Aysel da zanîn ku ên soz dane ku birînê gelê Kobanê derman bikin divê bi aweyek lezgîn xwedî li gotina xwe derên û wiha pêde çû: "Kobanê ku bi temamî hatî hilweşandin xebatê ji nûde înşakirin bi hemû lezgînî berdewam dike. Divê maseyê qeyranê a înşayê bajêr bê avakirin. Pêdiviyên gel ên wek firin, ceyran û av di encamê xebatê de pêk hat. Lê belê ev xebat gavên destpêk bûn û ev yek jî têra nake. Divê lezgînî bidin xebatê ênşayê û bi dawî bibe ev xebat."

'Zivistan nêzdibe divê xebat bi lezgînî rêvebiçe'

Aysel da zanîn ku di encama êrîşê çeteyan de 7 dibistan hatî rûxandin û wiha berdewam kir: "Dibistanên ku hatibûn rûxandin me hemûyan ji nûde çêkir. Kesimê civakê a herî zêde jin û zarok ji şer bandor bûn. Ji ber vê bi taybet ji bo ku derûniya zarokan ji şer bê dûrxistin despêkê me dibistan nûkirin ji bo ku perwerdeyên xwe berdewam bikin. Ew ê xebatê me ji bo zarokan berdewam bike. Zivistan nêzdibe û hewa êdî sar dibe. Ji bo ku gel zehmetî di zivistanê de nejîj em xebatê xwe didomînin. Lê divê ji bo ku gel ji rewşê zehmet derê pêdivî bi xebatên hevbeş heye. Bi tevlîbûna gel divê em vê pêvajoyê derbas bikin. Ji bo Kobanê divê her kes bi yek destî tevbiger."

(rc)