'Xwe rêvebirin mafek raweye'

09:12

JINHA

COLEMÊRG - Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu name şand. Dîlek di nameya ku ji girtîgeha Sîncanê şandiye de bal kişand ser rêveberiya xweser û got, "Xwe rêvebirin mafek raweye."

Piştî îlankirina rêveberiya xweser gelek hevserok û hevşaredarên jin hatin girtin. Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu ji girtîgeha Sîncarê a Enqerê nameyek şand. Dîlek di nameyê xwede behsa rêveberiya xweser û demokratîk dike û wiha dibêje: "Ji bo bajarê serhildanê Colemêrgê. Wek gelê me yê bi rûmet jî dizane, piştî îlankirina rêveberiya xweser, nûnerên ku bi vîna gel hatine hilbijartin girtin. Bi vê helwestê hikûmet bê tehmûliya xwe a li hember vîna gel nîşan kir. Ji bo ku dawî li zordarî û dagirkeriya dewletê bê me rêveberiya xweser îlankir. Mirovên behsa aştî û wekheviyê dikin mirovên dilsozin. Hikûmeta AKP'ê behsa çareseriya demokratîk û mûzekarê dikir. Lê êrîşê vîna gel kir. Xwe rêvebirin mafek raweye."

(zyd/rc)