Li Seyrantepê kesên nasnameya wan ne diyar gel tehdît dike
09:51
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Welatiyên semta Seyrantepe a Rezanê diyar kirin ku ev heftiyeke kesên nasnameyê wan ne diyar digerin û car caran deriyê welatî didin û gel tehdît dikin. Welatî destnîşan kirin ku ji hilbijartinê re rojên jimartî mane û ev kesên bi rih digerin û gotin ku ew ê ji Meclîsa Taxê daxwazê xebatê parastina cewherî bikin.
Li Taxa Seyrantepe a navçeya Rezan ya Amedê di du heftiyên dawiyê de kesên bi guman digerin. Welatiyên taxê diyar kirin ku kesên ku digerin bi rihin û deriyê hin malan dane û tehdîden wek "Em cara dawî we hişyar dikin, werin riya Îslamê an em ê we ceza bikin." Ev kesan bi taybet welatiyên ku diçin Meclîsa Gel a Seyrantepê tehdît dikin. Welatî diyar kirin ku ji ber ji hilbijartina 1'ê Mijdarê re rojên jimartî mane, rêbazên wiha bi zanabûn têne kirin. Niştecihên taxê li hember kesên bi guman tedbîrên xwe digrin li aliyê din jî meclîsa gel lezgînî da xebatê parastina cewherî.
Zûhre Sîma diyar kir ku kesên ku têkîliya wan bi Îslamê nîne tên waneyê Mûslimantiyê didin gel û gefan li welatiyan dixwin pir kenware û got çend roj berê di saet 18.30'an de li deriyê wan dane kurê wê derî vekiriye. Zûhre anî ziman ku ji kurê wê hevjînê wê pirsiyane û wiha got: "Dema ku kurê min derî vedike pirsê hevjînê min jê dikin. Piştre hevjînê min derket ber derî. Wê demê min jî li ber derî guhdarî wan dikir. Hevjînê min tehdît kirin. Dema ku ber bi derî ve çûm hevjînê min got neyê. Em Îslamek şaş najîn. Ew ji Îslamiyetê tiştek fêm nakin, an wê ne hatibana ber derî û mirovan tehdît nekiribana."
'Piştî van tehdîdan ez ê her tim biçim meclîsê'
Zûhre destnîşan kir ku li hember tehdîdên ku hatine kirin wê bê bertek nemîne û wiha got: "Eger li hember zarok û hevjînê min êrîş pêk bê, ji aliyê kîve pêk hatî wê gumanê min çênebin. Ez ê wan kesan peyda bikinm. Kesên hatine malê me endamên DAIŞ'ê ne nizam lê belê kesên nêzî wanin. Li taxê me qursa Quranê vebûye, kesê ku hatiye ber derî her dem diçe wê derê. Heya roja îro ez neçûme meclîsa taxê lê piştî vê saetê ez ê herim. Kes nikare Mûslimantiya me darzîne."
'Li Seyrantepê polîtîkayek taybet di dewrê de ye'
Yek ji niştecihê taxê Eyûp Sîbel bal kişand ku bi taybet xebatkarên hilbijartinê û kesên tên meclîsa taxê tên hedef kirin. Eyûp da zanîn ku ku dixwazin welatiyên taxê bitirsînin û dengê gel a hilbijartinê kêm bikin û wiha domkir: "Li kuderê xebat bi aweyek hêz derbas dibe wir dikin hedef." Eyûp anî ziman ku ji ber welatiyên Seyrantepe xebatê hilbijartinê bi aweyek hêz didin meşandin, polîtîkayek taybet xistine dewrê. Eyûp bi lêvkir ku ew çûne giliyê kesên tên wan tehdît kirine kirin û wiha got: "Ên ku li qeraqolê dimînin gotinê me negirtin cidiyetê. Tiştê me aniye ziman tenê li gel xwe wek not girtin. Helwestê polîsan van çeteyan digrin bin ewlehiyê."
Eyûp di dawiyê de got ew wek meclîsê taxê li hember kesên bi guman parastina xwe ya cewherî avadikin.
(rc)