'1'ê Mijdarê wê ji xwînmijan re bibe bersiv'

11:04

JINHA

COLEMÊRG - Xebatê hilbijartinê ên HDP'ê li gundên Colemêrgê bê navber berdewam dike.

Xebatê hilbijartinê ên HDP'ê li gundê Dêrê a Golemêrgê berdewam dike. Bi beşdariya Hevşaredariya Colemêrgê Fatma Yildiz, Parlementerê Colemêrgê Abdullah Zeydan û Encûmanên Partiya HDP'ê xebat bi coşek mezin tê domandin. Xebatê hilbijartinê a ku li gund û navçe berdewam dike rastî eleqeyek mezin tê. Bi taybet zarokên gund bi coş û kêfxweşiyek mezin deriyê xwe ji xebatê re vekirin. Piştî ku welatî li hev civiyan Parlementerê Colemêrgê Abdullah Zeydan axivî. Abdullah got: "Em ji bo rayê gel ne hatine vir, ji ber ku em dizanin ku gelê me alîgirê aştiyê ne û her dem ew ê dengê xwe bidin HDP'ê. Em bi vê helwestê serbilindin. Gelê me ji bo ku aştî bê vî welatî gelek berdêl dane û serê xwe li hember zilma dewletê ne tewandiye. Ji ber vê bersiva pêşwîst wê di 1'ê Mijdarê de bê dayîn."

'Gelê Kurd di aştî û aramî de bi biryarin'

Piştî wê Dayîka bi navê Sakîne Er axivî û diyar kir ku ew her dem alîgirê aştiyê ne û wiha got: "Gelê Kurd di aştî û aramiyê de bi biryarin. 1'ê Mijdarê wê ji xwînmêjan re bibe bersiv. Em bi dil û can dengê xwe didin aştiyê HDP'ê." Her wiha ciwana bi navê Ayşe Kaçar jî da zanîn ku ew heya têkoşîna azadiya jin bi ser nekeve dê têkoşîna wan bidome û wiha got: "Em di wê baweriyê dene ku di 1'ê Mijdarê de bi hêza jin dê bi ser bikeve. Di hemû şert û mercên astangiyê de xebatên hilbijartinê bê navber berdewam dikin. Ev kedê evîndariyê azadiyê ye. Divê her kes di 1'ê Mijdarê de bi taybet jin û ciwan dengê xwe ji bo aştî HDP'ê bide."

Piştî axiftinan, Heyeta HDP’ê ji bo xebatan berê xwe dan gundên din.

(zyd/rc)