Fîgen Yuksekdag esnafan ziyaret kir
14:24
JINHA
WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê û parlementerên HDP'ê ya Wanê Fîgen Yuksekdag û Bedîa Ozgokçe bi munasebeta hilbijartina ku dê di 1'ê Mijdarê de pêk bê, esnafan ziyaret kirin. Fîgen di serdanê de pişgirî ji esnaf û welatiyan xwest.
Partiya Gelên Demokratîk (HDP) bi nêzîkbûyina hilbijartina ku dê di 1'ê Mijdarê de li tevahiya Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê pêk bê lez da xebatên xwe. Hevseroka Giştî ya HDP'ê û parlamenterên HDP'ê Wanê Fîgen Yuksekdag û Bedîa Ozgokçe di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnafên Wanê ziyaret kirin. Endam û nûnerên HDP, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, KJA û gelek kes tevlî ziyareta parlamenteran bûn. Heyeta ku li Kolana Cumhuriyetê geriyan yek bi yek kargehan ziyaret kirin û qarnefîlan li esnafan belav kirin. Parlementerên HDP'ê ji aliyê esnaf û welatiyên derdor ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin û piştgiriya xwe nîşandan.
Parlameta HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji esnafan piştgiriyê xwest û di serlêdanê ji esnafan re got ku serkeftina HDP'ê daxwaza demokrasiya gelan e. Bi hatina wesaîta hilbijartina HDP'ê re welatiyên ku li kolanê amadebûn bi coşek mezin dîrûşmeyên wek "Hevseroka me Fîgen", "Bijî berxwedana gelan" û "HDP gel e, gel li vîr e" berz kirin.
'Gelê Wanê biryara xwe daye'
Pîştî serdana esnafan bi dawî bû Fîgen daxuyanî da çapemeniyê û got ku gelê Wenê biryara xwe dayê û dê ji bo aştiyê dengê xwe bi kar bine û wiha axivî: "Di serdana me ji aliyê esnaf û welatiyan ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Em dibînin ku gel biryara xwe daye û li ser biryara xwe ye. Esnafa dilê Wanê ye. Dema ku te esnafan dît wek ku tu hemû gelê Wanê dîtiye. Hêviya me ew e ku dê ev kelecan û daxwaz di roja hilbijaritinê de li ser sidoqan jî bên nîşandan."
'Esnafên Wanê ji aliyê deynên vergiyê yekem e'
Fîgen li ser rewşa esnafên Wanê rawestiya û destnîşar kir ku esnafên Wanê ji aliyê deynên vergiyê ve di Tirkiyê de rêza yekem deye û got ku eger em vê firsendê bi dest bixin em dikarin bajarê Wanê dewlementir bikin.
Parlamenter û heyeta bi wan re serdanên xwe heya bîroya hilbijaritan HDP'ê berdewam kirin. Parlamenter li bîroyê bi gel re hatin cem hev.
(ho-mc/rc)