Ji bo şervanên PKK’ê mewlûd hat dayîn

14:36

JINHA

ŞIRNÊX - Li Cizîrê ji bo şervanên PKK'ê û endamê Hêzên Parastina Cewherî û Remezan Uykur ya ku di sala 1994’de ji aliyê JİTEM’ê ve hatibû qetil kirin meş hat li darxistin û mewlud hat dayîn.

Li Cizîrê ji bo şervanên PKK'ê Cemalettin Aksoy ( Kamuran Gabar), Abdullah Uykur( Zinar), Surya Uykur (Bêrîvan) û Remezan Uykur ê ku di salê 1994’an de JİTEM’ê ve hatibû qetil kirin û endamê Hêzên Parastina Cewherî Kadîr Kiraç(Şervan Botan) ya ku berî sê rojan di dema gûhertina nobetê de jiyana xwe ji dast da mewlid hat dayîn. Girseya ku di navê de Hevserokê Meclisa Gel a Demokratik hebûn ji ber avahiya DBP’ê meşiyan heya Mala Gel a Cudî. Girseya ku wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên şervanan vekir û durişmên “ Şehîd namirin” qîriyan. Girse piştî ku gihêşt ber Mala Gel a Cudî ji bo şervanê azadiyê û demokrasiyê deqeyek rêz girt. Hevserokê MEYA-DER a Cizîrê Mele Qasim Yigit li vê derê axivî. Mele qasim got ku van kesan axa Kurdistanê bi xwîna xwe avadan û li Rojhilata Navîn bûne xemla azadiyê.

Piştî Mele Qasim Hevserokê Meclisa Gel Mehmet Tunç axivî. Mehmet Tunç got ku van şervana ji bo jiyanek azad kedek mezin dane û ew ê her tim şopdarê vê kedê bin. Mehmet got ku hêzin emperyalist planên li ser axa Kurdistanê ya piroz dikin û wiha dirêjayî da axaftina xwe: "Êdê kes nikare planên li ser Kurdan bike.” Mehmet balê kişand ser pêvajoyê û diyar kir ku barek giran dikeve ser milê kurdan û eger Kurd di vê
pêvajoyê de rol û misyona xwe neleyizin wê ev firset ji destê wan here.

Piştî axaftina mewlud hat xwendin û xwarin hat belav kirin.

(ma-aı/rc)