HDP'e bi daxûyaniyek êrîşa li ser alê şermezar kir
16:14
JINHA
COLEMÊRG- Hikumeta AKP'ê xebatên hilbijartinê ê bêdeng jî tehemul nakin. Ji bo xebatê hilbijartinê HDP'ê ku çibû gundê Bayê a Colemergê alên HDP'ê daliqandibûn, leşkeran nîvê şevê alên HDP'ê anîn xwarê.
Xebatên HDP'ê a hilbijartinê li Colemergê bi hêz berdewam dike û hemberî vê tahamula AKP'ê ne maye. Duh nîvê şevê leşkeran li gundê Bayê alên HDP'ê ku ji bo hilbijartinê daliqandibûn anîn xwarê.
Hevserokê Navenda HDP'ê ya Colemêrgê Metin Besi û Emîne Armût bi armanca hikumeta AKP'ê şermezar bikin daxuyeniyek dan. Di daxuyaniyê de Hevserokê Navenda HDP'ê ya Colemêrgê Metin Besi axifî û wiha got: "Em xebatê xwe ya hilbijartinê bêdeng dikin. Lê belê hikumeta AKP'ê tehemul nake. Duh ji bo xebatên hilbijartinê em çibûn gundê Bayê. Piştî me civîna xwe lidar xist û ji gund derketin leşkeran nîvê şevê alên me anîne xwarê. Em êrîşê Hikumeta AKP'ê hemberî xebatên HDP'ê şermezar dikin û li hember zordariya em ê xebatên xwe bidomînin."
(zyd/ha/rc)