'Hilbijartina 1'ê Mijdarê wê bi rihê Kobanê bi ser bikeve'
09:32
Sosin Xanê-Rûken Dêrik/JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Rêvebirên Yekîtiya Star a bajarê Gerkê legê li ser gerîgiya 1'ê Mijdarê roja Kobanê a cîhanî de û hilbijartina HDP'ê de nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku 1'ê Mijdarê roja hilbijartinê ye û gotin: "Azadkirina Kobanê bi berdêlên mezin ji cîhanê re bû mînak, serkeftina HDP'ê jî bi vê yekê girêdaye.
1'ê Mijdara 2014'an çeteyên DAIŞ'ê bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê hat paqij kirin û 1'ê Mijdarê bû roja Kobanê a Cîhanî. Bi armanca salvegera 1'ê Mijdarê Roja Kobanê a Cîhanê endamên Yekîtiya Star nirxandin kirin. Endamên Yekîtiya Star diyar kirin ku piştgiriya gelê bakûrê Kurdistanê ji bo Kobanê gelek çêbû û gotin serkeftina Kobanê û HDP'ê bi hevdû ve girêdaye ye.
'Her çiqas gelê Kurd rastî êrîşan hatbin jî serkeftin a gelan e'
Rêveberiya Yekîtiya Star ya Herêma Gerkê legê Şehnaz Ebdu axifî û got:" Serkeftina HDP'ê di hilbijartinê de tê wateya ku azadiya gel nêzdibe. Wekî em dibînin ku gel li bakûrê kurdistanê dê bighêje mafê xwe û nûnertiya vîna xwe bike. Her çiqas gelê bakûrê Kurdistanê rastî çewsandin û şîdeta dewletê hatibin jî baweriya me bi serkeftinê gel heye." Şehnaz da zanîn ku di hemê de roja 1'ê Mijdara sala borî çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatin paqij kirin û got: "Roja 1'ê Mijdarê tê watayê girêdana her çar aliyên Kurdistanê bi hevdû ye." Şehnaz destnîşan kir ku Kurdistan ji ber dewlemendiya xwe ji aliyê dagirkeran ve kirine çar perçe û got: "Girêdana gelê Kurd bi hev re girêdanek xwîniye. Ji ber vê yekê têkoşîna gelê Kurd li her deverê bandor li hev dike."
'Tû hêz nikare li hember berxwedana vî gelî bisekine'
Rêvebera Têkiliyên dîplomasî a Kantona Cizîrê Eyhan Mihemed jî wiha got: "Di serî de em gelê Bakûrê Kurdistanê silav dikin. Em ji serkeftina HDP'ê a di hilbijartina 1'ê Mijdarê bi hêvîne. Ji ber berxwedana gel a li hember zilma dewletê diyare. Ji niha de em serkeftina HDP'ê pîroz dikin. Tû hêz nikare li hember berxwedana vî gelî bisekine, ne Erdogan ne jî aliyên ku piştigirî didin wî. Ev gel bi felsefeya Rêber Apo mezin bûye. Li hember zilm û dagirkeriyê rihê Mazlûm Dogan, Arîn Mîrxan û Sakîne Cansiz li berxwe dide. Ji ber vê tu hêz nikare li hember vî hêzî bisekine."
'Hilbijartin wê bi rihê Kobanê bi serbikeve'
Eyhan serkeftina 1'ê Mijdar a Kobanê bi bîrxist û wiha got: "Çawan ku li Kobanê di 1'ê Mijdarê de bi serket wê gelê bakûrê Kurdistanê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de bi ser bikeve. Ji ber girêdana gelê bakûrê Kurdistanê û Rojava bi hev mezine Kobanê bi serket, hilbijartin jî wê bi vî rihî serbikeve."
Seroka Meclîsa Yek?tiya Star a herêma Girkê legê Rîhan Temo jî piştgirya xwe a li gel HDP'ê anî ziman û got: "Em deng? xwe ji bo HDP'ê bilind dikin. Bi serkeftina HDP'ê re dê dengê aştî û wekheviyê bilind bibe. Pergala rêveberiya xweser a demokratîk bi jîyanî bibe û hemû gel sûdê ji mafê jiyanê bigre. Wê demê cihê desthilatdaran li ser rûyê vê erdê wê nemîne. Serkeftina Kobanê çawan bu çîrok li ser devê mirovahiyê serkeftina HDP'ê jî wê bibe yekîtiya tevahî gelên Rojhilata navîn. Azadkirina Kobanê bi berdêlên mezin ji cîhanê re bû mînak, serkeftina HDP'ê jî bi vê yekê girêdaye."
(rc)