Sureya Îlyas: Ewê îradeya azad û demokrasiyê di hilbijartinê de bi serbikeve
09:34
Gulîstan Bekîr/Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKE - Endama Rêveberiya TEV-DEM'ê ya bajarê Hesekê Sureya Îlyas ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê axivî. Sureya got, "Ev hilbijartin dervî vîna gel cardin tê dubare kirin. Ji ber dewleta Tirkiyê vîna azad a gelan ne pejrand, çû hilbijartinek din. Tolê ji encama hilbijartina 7'ê Hezîranê digre. Lê di vê hilbijartinê de gel cardin wê AKP'ê bin bendavê de bihêle û gel bi ser bikevin."
Çawa ku di şoreşa Rojavayê kurdistanê de, li hember êrîşên hêzên tarî li ser Kobanê de gelê Kurd ji her derê tevlî berxwdanê bûn û sekneke têkoşer nîşandan, îro li bakurê Kurdistanê jî têkoşîna ku li hemberî dewletê tê danîn, heman sekin û biryara tekoşînê ye. Gel her dem di nava piştgiriyê dene. Bi armanca destek kirina serkeftina HDP'ê tevahî sazî û rêxistinê Rojavayê Kurdistanê hêviyên xwe ên serkeftinê anîn ziman. Endama Rêveberiya TEV-DEM'ê Sureya Îlyas derbarê hilbijartinê de nêrînên xwe bi mera parve kir.
'Biryara dubarekirina hilbijartinan jî ji ber şikestina hêviyên wan a qirêj bû'
Endama Rêveberiya TEV-DEM'ê Sureya Îlyas wiha axivî: "Em di sedsala 21'an de ne demokrasî hêdî hêdî pêş dikeve. Dewlet bi hezaran sal desthilatdariya xwe bi zîhniyeta yek al, yek netew û yek ziman li ser gel dide meşandin. Em dibînin ku di sedsala ku em tê de jiyan dikin tevayî gel daxwaza azadiya xwe û demokrasiyê dikin. Dema ku dewleta Tirkiyê komkujiyan di hundirê welatê xwe de pêktîne, sedema vê ne pejrandina encama hilbijartina 7'ê Hezîranê ye. Biryara dubarekirina hilbijartinan jî ji ber şikestina hêviyên wan a qirêj bû."
'Serkeftina demokrasiyê bi yekîtiya gelan ew ê pêk bê'
Sureya bal kişand ser guhertinên ku gelê Tirkiyê di nav de derbas dibe û wiha berdewam kir: "Bi têkoşîna tevgerên şoreşger û azadî gelê Kurd, xebatê xwe di bin sîwana HDP'ê de gihand vê astê. Em bertekê gelê Tirkiyê a li hember zîhniyeta yek netew, yek al û yek ziman dibînin. Gel êdî demokrasî û wekheviyê dixweze. Serkeftina demokrasiyê bi yekîtiya gelan ew ê pêk bê. Gelê di Tirkiye de jî êdî gereke bi xwe bawer bin û kiryarên dewletê bi helwesta xwe ya hevgirtî dikarin bi dawî bînin."
'Hişmendiya AKP'ê a DAIŞ'ê ye'
Sureya got ku hewildanên hikûmeta AKP'ê a tesfiyekirina îradeya azadiya gelên Kurde û got: "Li aliyek piştgirî dide çeteyên DAIŞ'ê a li heber Rojava û li aliyek din dikeve hewldana ku bi zordariyê dengê gel bistîne. Teqîna ku li Enqerê pêk hatî û êrîşên hovane a ku li dijî gelê bakûrê Kurdistanê pêk tîne xizmeta çeteyên DAIŞ'ê dike. Bi hêviya ku gel bidin tirsandin û encamê ku ew dixwazin di hilbijartinê de bigirin ketine hewldanê. Erdogan dixwaze ku projeya xwe ya bûyîna împartorê nûjen yê osmaniyan bi serbixîne. Lê pêwîste ku gel vê yekê bi vîna xwe ya azad vala derxe."
'Ewê îradeya azad û demokrasiyê di hilbijartinê de bi serbikeve'
Sureya Îlyas wiha dawî li axaftinê xwe anî: "AKP îro astengiyeke mezin li hemberî pêşketina demokrasiya di Tirkiyê ye. Lê em di wê baweriyê de ne ku ew ê îradeya azad û demokrasiyê di hilbijartinê de bi serbikeve"
(rc)