'1'ê Mijdarê xelata azadiyê ji bo tevahî şehîdên şoreşê ye'

09:34

Zêrîn Kurtay/JINHA

KOBANÊ - Parazvanê mafê mirovan û xwedî Xelata Aştî a Nobelê Adolfo Perez Esquivel, fîlozofê Amrîkî û zanyarê ziman Pspor Noam Chomsky û her wiha gelek kesên navdar yên cîhanê di 1'ê Mijdarê de bi bangê xwe roja Kobanê a Cîhanî îlan kirin. Ji wê rojê û pêve jî 1'ê Mijdarê wek roja Kobanê a Cîhanê tê zanîn.

Bi boneya 1'ê Mijdarê roja Kobanê a Cîhanê Rêveberiya Kantona Kobanê a Rêxistina TEV-DEM'ê Rûken Ahmet derbrê girîngiya rojê de nirxandin kir. Rûken diyar kir ku Kobanê bi berxwedaniya xwe mohra xwe li dîrokê da û wiha got: "Di şexsê çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê berxwedanî li hember hêzên desthilatdar hat dayîn."

'Êrîşa li dijî Kobanê êrîşa li dijî berxwedaniya mirovahiyê bû'

Rûken destnîşan kir ku êrîşê ser Kobanê êrîşa li dijî berxwedana mirovahiyê bû û wiha got: "Li pişt çeteyên DAIŞ'ê hêzek mezin hebû, dixwastin berxwedaniya gel bişkînin. Di şexsê Kobanê de armanca wan qîrîn û alozî li Rojhilata Navîn di navbera gelan de pêk anîn bû. Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan di peyama xwe a sala 2013'an de bal kişandibû ser van bûyeran û gotibû 'ji bo ku Rojhilata Navîn veguhere xwezayê xwe û ji vê qeyrana pergalî derê, divê xweseriya demokratîk ji nûde bê înşakirin.'

'Li Kobanê êrîş li dijî mirovahî hat kirin'

Rûken wiha got: "Piştî ku gel biryara xweseriya demokratîk îlan kirin êrîş zêdebûn. Gel êdî ji ber ku zilm û zordariya rejîma Baasê napejrînd di 19'ê Tîrmehê de îlana xweseriya xwe kir. Ji ber vê jî li cihek weke Kobanê hem di warê rêxistinî û hem jî di warê leşkerî de rolek serke di dîrokê de leyist.

'Li Kobanê du nasnameyê azad derket holê'

Rûken da zanîn ku di encama berxwedana Kobanê de du nasnameya azad derketiye holê û wiha got: "Di encama berxwedanê de nasnameya jina azad û netewa azad derket holê. Bi têkoşîn û berxwedan şehîd Arîn Mîrxan, Destîna û Hebûn nasnameya jina azad di nava cîhanê de diyar bû. 1'ê Mijdarê xelata azadiyê ji bo tevahî şehîdên şoreşê ye. Eger gel li Kobanê li berxwe nedaba wê kes jî xwedî li Kobanê derneketa. Roja Kobanê a Cîhanî gelek bi wateye di dîroka berxwedaniya gelê Kurd de. Ji ber vê yekê em berxwedan û serkeftina 1'ê Mijdarê li tevahî jin û gelê berxwedêr pîroz dikin."

(rc)