Jinên Kobanê ji bo parastinê amede ne

09:39

JINHA

KOBANÊ - Piştî ku Kantona Kobanê ji çeteyan hat rizgar kirin, xebatê perwerdê a parastina cewherî didome. Bi beşdariya 32 jin ên Akedemiya Yekîtiya Star perwerdeya parastina cewherî hat dayîn.

Li Kantona Kobanê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji herêmê hatin paqij kirin xebatê înşa û parastinê bê navber bi pêşengiya jinan tê rêvebirin. Di binesaziya Akedemiya Yekîtiya Star a Kobanê dewreya bîrdozî û leşkerî a bi navê Şehît Bêrîvan hatibû despêkirin. Dewre bi beşdariya endamên Yekîtiya Star û jinên ku di dirûnxanê de dixebitin pêk hat. Dewreya ku rastî eleqeyek mezin ji aliyê jinan ve hatî, piştî 15'ê rojan bi dawî bû. Jinan derbarî perwerdeya ku hatî dîtin nêrînên xwe bi ajansa JINHA'ê re parve kirin.

'Ji bo parastina xwe û bajarê xwe ez hatim perwerdê'

Yildiz Ataş a ku di dirûnxanê de dixebite wiha got: "Ji bo parastina bajarê xwe min perwerde dît. Perwerde qediya ji vir û pêve ez ê jî kolan û taxê xwe ji êrîşan biparêzîm û nobetê bigrim." Jina bi navê Gulê Mehmûd jî kêfxweşiya xwe a li hember perwerdê anî ziman û wiha got: "Ji bo parastina xwe û bajarê xwe ez hatim perwerdê."

(re/rc)