Jinên Erdîş ê: Jin ji bo hikûmeta AKP'ê tehlûkeyeke

09:45

Vîldan Atmaca / JINHA

WAN - Jinên Erdîş ê diyar kirin ku hikumeta AKP'ê di îktîdariya 13'e salan de bi polîtîkayên xwe hewldide ku jin ji civakê dûr bix û wiha gotin: "Ji ber ku jin xebatê xwe bi alîgirê civakê dide meşandin ji bo hikûmeta AKP'ê weke tehlûke ye. Ji ber ku hikûmet takekesî difikire berdewamiya bîr û baweriya xwe dixwazin. Em jin jî hemberî bîr û baweri ya hikumetê ne."

Bi hikûmeta AKP'ê re 13'e sale şîdet û komkujî li hember jin zêde bûne. Bi gotinên "Kurtaj", "3'ê zarok" û "Di fitrata jinê de bi mêr ê re wekhevî tune ye" hewldan ku jin ji civakê dûr bixin. Jinên Erdîşê anîn ziman ku hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Ahmet Dawûtoglû herî dawî di mitînga Riha yê de axifîn. Serokwezîr Ahmet Dawûtoglû di mitîngê de bang li mêra kiribû û wiha gotibû: "Pîşeyê we heye, butçeya we heye, xwarina we heye çi dimîne hevjîn, ew jî hûnê pêşî serî li dayîk û bavê xwe bidin eger ew ji were hevjîn nebînin werin serî li me bidin, em ê ji were bibînin." Jinên Erdîşê li dijî gotinên Serokwezîr Ahmet Dawûtoglû bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew rastî feraseta hikûmeta AKP'ê a 'olperestî' mane.

'Em li hember zîhniyeta wanin'

Ji jinên Erdîşê Meryem Yildiz anî ziman ku gotinên hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Ahmet Dawûtoglû cîdî nagrin û wiha got: "Ji ber ku jin xebatê xwe bi alîgirê civakê dide meşandin, ji bo hikûmeta AKP'ê weke tehlûke ye. Ji ber ku hikûmet takekesî difikire berdewama zîhniyeta xwe dixwaze. Em jin jî hemberî zîhniyeta hikûmetê ne. Bi sala ye îqtîdara AKP'ê polîtîka yê "Laçikê" li ser jinan dimeşîne. AKP'ê laçikê ji bo jina mîna lutifêkî parastinê dibîne. Ji vê demê û pêde hikûmeta AKP'ê nikare dest bavêje vîna me û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Zîhniyetên ku ji hêz û biryarê Kurdan tehmûl nakin, dixwazin bi komkujî bi serbixin. Banga min ji tevahî gelê Kurd ew e ku, li dijî terora AKP'ê yekîtiya xwe mezin bikin û dawî li dîktatoriya wan bînin."

Ayşe Geçer jî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê jinan tune hisap dike û wiha got: "Dewleta tirsonek binçavkirinên ku pêk tînin dervî hiquqê ye û bê adeletî li holê tê jiyan kirin. Niha li Kurdistanê bi hezaran jinên hilbijêr tên girtin. Bi pêşangiya jinan di hilbijartinê 1'ê Mijdarê de serketinek nû dê bidest bixin."

Selbîha Ozger jî got: " Serokwezîr Ahmet Dawûtoglû ê li Dîlokê me hemû bihîst. Ne tenê jinên Kurd jinên hemû Tirkiyê gotinên Serokwezîr qebûl nakin. Tu zor û zordarî nikare me ji tekoşîna me dûr bixe.

(ha/rc)