'Her kes divê komkujiyê ku pêk hatine bi bîr bîne û here ser sendoqan'
10:25
JINHA
ŞIRNEX - Dayîkên Cizîrê banga tevlîbûna hilbijartinê kirin û anîn ziman ku Serokomar Recep Tayîp Erdogan zarokên wan kiriye qurbanê berjiwandiyê xwe û gotin: "Her kes berî ku biçe ser sendoqan divê komkujiya Cizîr, Amed, Pîrsûsê û Enqerê bibîr bînin û wiha herin dengê xwe bidin. Divê di 1'ê Mijdarê de bi yek dengî bêjin HDP'ê."
Jinên Cizîrê ku rastî êrişê dewletê yê herî tûnd hatin û bi rojan di bin dorpêçê de mane bang li her kesî kirin ku di 1'ê Mijdarê de ji vê zilmê re bêjin bese û dengê xwe bidin HDP'ê. Jinan got ku hemû kes dizane Serokomar ji bo deshilatdariya xwe fermana şer daye despêkirin û li cihek wek Pirsûs, Amed û Enqerê komkujî pêk aniye. Jinan bang li hemû derdoran kir û wiha gotin:” Em bang li hemû kesî dikin ku dema çûn ser sindoqan destê xwe deynin ser wijdanê xwe û qetlimê ku hûkumeta AKP’ê pêk aniye bînin bîra xwe û dengê xwe bidin HDP’ê.”
‘Em ê hesabê qetliama bipirsin’
Dayîka aşitiyê Wesile Sarica bang li hemû gel kir û diyar kir ku piştî ewqas qetliam, pêwiste bersivek baş bê dayîn û ev tişt anî ziman:” Em tiştek ji kesî naxwazin em jî dixwazin wek her kesî azad bijîn. Wesile teqînê li Surîcê, li Amedê û Enqerê bi bîr xist û wiha got: "Mirov zarokê 3 heyvî 4 heyvî nekuje. Mirov di roja cejnê de şer nake lê AKP'ê di roja cejnê de jî komkujî pêk tîne.”
‘Ew balafir jî Torosa jî derbxe em natirsin’
Wesîla dorpêça Cizîrê ya 9 rojan bi bîr xist û wiha dewam kir:” Em 9 rojan di bin tank û topên wî da man, berxwedan ku me karibû 3 mehan jî wê berdewam bikiriba. Lê bila ew li halê xwe binêre ew nikarin di vî halê me de 4 rojan idare bikin. Gelê Kurd her tim li ser linga ye, heya dilopek xwîn di canê mede hebe dê berxwedana me bidome." Wesîla got ku Serokomar Recep Tayîp Erdogan ji bo deshilatdariya xwe çiya û bajar bombe dike û hewldide bi zordariyê deng ji gelê Kurd bistîne û wiha pêde çû: "Ew salên 1990’an tîne bîra me dibêje 'ez ê we dîsa têxim çala û bîrê asîtê' êdî em ji vê yekê natirsin. Ew Torosa jî derbixe balafir jî derbixe em jê natirsin. Êdî em nahêlin têkeve malê me, em nahêlin têkeve taxên me.”
‘Bila dayîk ji vê zilmê re bêjin êdî bes e’
Dayika aşityê Sibhiye Acar jî bang li hemû kesî kir û got ku ne tenê Kurd, kî dibe bila bibe bila pêşî destê xwe deyne ser wijdanê xwe û here ser sindoqê û wiha dewam kir: Ji bo ku dawî li xwîn rijandinê bê û zarokên Kurd, Tirk, Ereb, Elewî û Xirîstiyan neyên kuştin divê dengê xwe bikarbînin. Dengê ku tê bi karanîn namûs, şeref, zarokê mirove. Her kes dizane ku kî li Pirsûsê, Amedê û Enqerê komkujî pêk tîne. Divê bi vê hişyariyê welatî herin ser sendoqê."
‘Zarokê me dikuje dibêje me terorîst kuşt’
Sibhiye desnîşan kir ku Erdogan her tim salê 1990’an bi bîra wan dixe lê wî bi xwe ji salên 1990’an xerabtir bi serê wan de aniye û wiha got: “Berê jî me dikuştin raste lê veşartî dikirin, niha ew bi aweyekî vekirî vê yekê dike. 22 însanê Cizîrê di yek derbê de kuşt û got min teroristan kuştiye." Sibhiye herî zêde banga tevlîbûna hilbijartinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Tu kes nema ku dilê wan neşewitî em ê hesabê şewata dilê xwe bi pirsin.”
Rihîma Aksoy dema me ropojtaj dikir tevî wêneyê kurê xwe ku di sala 1990’an de hatiye kuştin anî û wiha dest bi axaftina xwe kir:” Bila êdî bes xwîn birje, ez aşitiyê dixwazim. İro du zavayê min û kurekî min hatin kuştin îro desmêja min ji kurdan naşikê “ Rihîma got êdî ew ji girtinê û kuştinê natirsin û wiha dawî li axaftinê xwe anî:”Bila êdî cerdevan jî wê çekê deynîn û dengê xwe bidin xwe.”
(ma-ai/rc)