Şirîn Hûseyîn: Baweriya jinan bi mêr nîne

11:34

Şengar Bradost-Newroz Dijwar/ JINHA

SILÊMANÎ - Derûnnas Şirîn Hûseyîn diyar kir ku li Herêma Federala Kurdistan ligel qeyrana aborî û siyasî, zêdebûna kuştina jinan, bandoriyek mezin li ser derûniya jinan kiriye û got, "Pirsgirêkê ku mêr nikare çareser bike, êşê wê jin û zarok dikşînin. Bê çaretiya mêr di nava mal ango xebat vedugere şîdetê li ser jinan."

Pêwîrdara Perwerda Beşa Derûnnas a Zanîngeha Silêmaniyê Şirîn Hûseyîn ji ajansa mere derbarê qeyrana aborî û siyasî nirxand. Şirîn ligel qeyrana aborî û siyasî zêdebûna şîdeta li hember jin a li Herêma Fedarala Kurdistanê jî nirxand. Şirîn diyar kir ku ji qeyranê herêmê herî zêde jin bandor dibe û wiha got: "Li ber serê me şer tê jîn. Qeyrana aborî û siyasî her ku diçe kûrtir dibe û di warê derûnî de herî zêde jin pê bandor dibe. Ev têra nake vê carê rastî şîdeta mêr tê. Li herêmê me jin di warê derûnî de baweriya wê ne bi hikûmetê ne jî bi mêr maye. Mêr dema ku di siyasetê de dixitimin û çareserî nebînin, jin û zarok dibin qurban. Mêr dema ku vedigerin malê şîdet li hember jin ango zarokan pêk tînin."

'Baweriya jinan bi mêr nîne'

Şirîn destnîşan kir ku jin di hemû qadê jiyanê de têkoşîn dide û got: "Jin têkoşîn dikin, lê heya niha ji bo başbûna derûniya jinan tû gav nehatî avêtin. Ji ber ê ku vî welatî rêvedibe mêrin. Saziyên dewletê di destê mêran de ye, ew jî li gorî hişmendiyê xwe rêvedibe. Mijarên ku derûniya mirov heya razan û pêdivî bandor dike hene. Zarokê ku di vê rewşê de bijî wê xwe di nava ewlehiyê de nebîne. Ne li dibistanê û ne jî li kolan û malê. Baweriya kes bi hikûmetê nemaye. Ji ber vê gel bi hêrse. Divê hikûmet wek dayîk û bavê xwe li vî gelî xwedî bike. Divê hêrsê gel û jinan bibîne. Çima baweriya gel dişkê? Parlementerê ku bi xwe hilbijartiye ji erkê tê dûrxistin. Ev baweriya gel kêm dike. Jin tên qetilkirin û kujer nayê tewambarkirin. Di rewşek wiha de jin dê çawan bawerî bide?."

'Jin zarokên xwe bê hêvî mezin dikin'

Şirîn wiha domkir: "Pêşeroja me heye ango nîne ne diyare. Zarokên 6 salî jî di ferqa ne asayîbûna jiyanê de ye. Heya ku rewiş neyê sererastkirin em nikarin behsa derûniyek baş bikin. Dayîkên me zarokên xwe bê hêvî mezin dikin. Niha derûniya zarokan ne başe. Dişibihe waseyîta xirabûy. Li ber serê me şer tê jîn û zarok vê yekê dibînin. Zarok û jin di şer de tên kuştin. Di rewşek wiha de dayîk çawan zarokê xwe mezin bikin."

'Jin ne neçarin ku girêdayî partiyek bibin'

Şirîn destnîşan kir ku li beramberî hemû zehmetiyan jin li berxwe dide û wiha pêde çû: "Gelek rêxistinên jin hene. Lê yek ji wan dervî sînorê partiyên xwe dernakeve. Derfet jî ji wan re nayê dayîn ji xwe. Jin ne neçarin ku girêdayî partiyek bibin. Piştgiriya partiya jinan ji hevre kême li herêmê. Divê jin pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Li bendê mêran nemînin. Divê bi hêzê xwe bawer bibe û heskirinê pêşbixin di nava xwe de. Divê jin hev biparêzin û li bendê nemînin ku mêr wan biparêzin."

'Zimanê medyayê komkujiya jinan rewa dike'

Şirîn bal kişand ser zimanê medya û wiha berdewam kir: "Zimanê medyayê komkujiya jinan rewa dike, her dîmenek ango nûçeyek xizmeta çi dike kes lêpirsîn nake mixabin. Dema ku şîdet li hember jin tê pêk anîn ne şîdet bûyer dikeve rojevê. Bingehê şîdetê lêkolîn nakin. Gotina jinek xwe kuşt ango şewitand xizmeta jin nake. Medyayê mêr vê yekê dibêje. Kuştina jina a ji ber pirsgirêkê malbatî tên rawe kirin. Bi vê yekê re mêr bi rihetî jinan dikujin û wek mafek dibîne. Ji ber zagonên ku mafê jin biparêzin nîne qeyran her ku diçe mezintir dibe. Jinên me ên bi hêz jî hene lê belê ji ber di rêveberi de mêre, ê ku dipeyive, kamerayê bi kartîne mêre jin bê bawer nêzî xwe dikin. Divê medya dev ji vê cudakariya pozîtîf berde."

(rc)