Li Colemergê 4 jin hatin bin çav kirin

11:49

JINHA

COLEMÊRG - Polîsan li taxa Aşagi Meran a Colemerg ê sergirtina malek de 4 jinan bin çav kir.

Polîsan li taxa Aşagi Meran a Colemêrg ê di saeta 03.00'an de dest bi sergirtina malan kir. Hate zanîn ku di serdagirtinê de hemû tax bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêç kirin û kesên li mal hatine kelepçekirin û li ser devkî dirêjê erdê kirine. Di serdagirtinê de Cahîde Oner, Hatîce Ateş û 2 jinên ku navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Her 4 jin birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê û sedema binçavkirina wan nehat zanîn.

(ha/rc)