Fîgen Yuksekdag: Aborî ji bo azadiya jinê pir girîng e

15:34

JINHA

WAN - Hevseroka Giştîya HDP'ê û parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya hilbijartina 1'ê Mijdarê jinên BÎKAD KOOP'ê ziyaret kir. Fîgen di serlêdanê de anî ziman ku dê jin bi hilberiyên aborî jiyana xwe azad bikin, ji ber vê yekê aboriya jinê di civakê de bir girîng e.

Bi nêzikbûyîna hilbijartina 1'ê Mijdarê HDP'ê hêz da xebatê xwe. Hevseroka Giştî ya HDPê û parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya hilbijartina 1'ê Mijdarê de pêk bê, jinên ku di Komperatîfa Komusyona Aboriyê BÎKAD KOOP'ê ya ku dibingeha KJA'ê de hat vekirin û jin lê xwarinê çêdikin û aboriya xwe pê dikin, ziyaret kir. Nûner û rêveberên HDP'ê ya Wanê jî tevlî xebata Fîgen bûn. Fîgen ji aliyê jinên Komparatifê ve li ber derî bi hat pêşwazîkirin. Fîgen piştî jinên kadker silav kir tevlî jinên ku xwarinê çêdikirin bûn û bi wan re dest bi çêkirina xwarinênên kutlik û mantarê bû.

'Jin dê bi xebatên aborî azad bibe'

Fîgen piştî ku xwarin çêkir bi jinan re derbasî maseya ku xwarinê ku jinan bi destê xwe çêkirin û li wir di derhekê komparatifa aboriya jinê agahî da û got ku xebatên komperatîfê di bingeha KJA'ê hat dest pê kirin û ev xebat ji bo aborî û hilberînê jinê gelek girîng e. Fîgen anî ziman ku dê jin bi xebatêk wiha azadiya aboriya xwe bidest bixin. Her wiha ji bo pêşketina hilberîna civakê jî gavek girîng e.

'Jiyana bi jinê re jiyanek azad e'

Fîgen gotina Brahîm Hacîosmanoglu yê ku gotîbûn "Di şuna ku ez jiyanek wek jinîtiyê bijîm, bila wek mêran bimrim çêtire" bibirxist û got, "Eger ji jinê fêm bikirina bivê gotinê dernediketin pêş berî mirov û van gotinan bi kar nedianin. Eger îro mêrek derkeve û gotinek wiha bi kar bîne sedema wê hişmendiya dewletê ya li hember jinê ye. Jiyanek wek jinê jiyaneke wek mîrovahiye û jiyanek wek jinê jiyana hilberîne. Eger jiyana jinê bê astegkirin dê jiyana hilberin û azadiyê bê qut kirin." Fîgen di berdewaniya axaftina xwe de anî ziman ku siyaseta ku li Tirkiyê tên meşandin bi hişmendiya mêrtiyê ye û destûrê nade hilberiyên jinê û jiyanekî bi jinîtî wek sûç tê dîtin.

Piştî xwarinê Fîgen û kesên pêre li hilberîn û xebatên jinê nêrîn û bi jinan re bi pêkanokan deqeyên xweş derbas kir. Fîgen alaqeyek mezin nîşanî xebatên jinê da û serkeftinê ji jinan re xwest.

(ho-ng/rc)