Delîla zaroka Newrozê a rûgeş bû

09:02

Hulya Okalîn- Nîşmîye Guler/JINHA

WAN -Dayîka gerîlaya PKK'ê Eylem Atsak (Delîla Zerdest) a ku di 24'ê Îlona 2015'an de bi 18 rêhevalên xwe re li navçeya Şemzînana Colemergê di encama operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest da, qala keça xwe kir û anî ziman ku keça wê Eylem sembola azadiyê ye û zarokên wê li hember hêlka zilmê têkoşiyan.

Bi destpêkirina têkoşîna azadiya gelê kurd bi hezaran jinên bi lehengî li hember hişmendiya bavîksalarî serî hiladan û berên xwe dan nav refên PKK'ê. Bi sedan jin ji têkoşîna Zîlan, Bêrîtan, Semayan bi bandor bûn û bi lehengî li hember zilmê rawestiyan û heya dawiya jiyana xwe şer kirin. Eylem Atsak (Delîla Zerdest) ji yek ji wan jinê şoreşker a ku serî li hember zilm û zordariyê hilda û berê xwe da ser çiyayên Kudistanê.
Eylem Atsak di sala 1987'an de li gundê Laqîzêyê ya girêdayî navçeya Elbaxa Wanê ji dayîk dibe û di zarokatiya xwe de bi kelacaniya xwe bala herkesî dikişê li ser xwe û bi germahiya dilê xwe dibe evîndarê her kesî. Piştî ku Eylem di nav malbata xwe de fêrî têkoşîna azadiyê gelê kurd dibe ji bo gerîlatiyê dikeve nav xeyalan û heya xeyalên xwe bi cih tîne dikeve nav liv û tevgeran. Eylemê ku bi xeyala gerîlatiyê mezin dibe di sala 2008'an de ji bo azadiyê berê xwe dide ser çiyayên bilind ên Kudistanê.

'Bi 18 rêhevalên xwe re jiyana xwe ji dest da'

Eylem ku bi salan li çiyayên Başûrê Kudistanê ji bo azadiyê têdikoşe cara yekem tê çiyayên Bakûrê Kurdistanê û li gel rêhevalên xwe bi hêzên dewletê re li ber xwe dide. Eylem bi 18 rêhevalên xwe yên berxwedêr re di 24'ê Îlona 2015'an de li navçeya Şemzînanê ya Colemergê di encama oparasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest da. Jina kurd a şoreşger Eylem tenê li pey xwe malbatek ki serfiraz û dilşewat hişt. Xuşka Eylem Zîlan Atsek jî ji têkoşîna xwişka xwe bi bandor bû û berê xwe daye çiya.

'Bi jîrbûn û çelengiya xwe bala her her kesî dikişand ser xwe'

Dayîka Eylem, Şazîme Atsak qala keça xwe kir û diyar kir ku keça wê li hemberî hişmendiya mêr ketiye nav têkoşînê û wiha axivî: "Eylem keçek gelek zar şîrin û zîrek bû. Xwedî xwezayek balkêş bû qet ne dişbihiya me. Bi jîrbûn û çelengiya xwe bala her her kesî dikişand ser xwe. Her çiqas temenê wê biçûk bû jî xwedî kesayetek cuda bû. Bi mezinan re mezin bi biçûkan re biçûk bû. Jinek xwedî qiymet bû. Destê wê li vê dunyayê sar bû. Tu plansaziya wê tune bû, hemû xeyalên wê serê çiya bû. Bi rojan klamên kurdî û şoreşgerî guhdar dikir û got 'gelo ez ê kengî bibim gerîla'."

'Kefenê xwe hilda û çû'

Dayîk Şazîme anî ziman keça wê ji zarokê bi navê Cuneyt Ertuş a ku di Newroza 2008'an de li Colemergê rastî îşkenceya polîsan hat û li ber qemerayê destê wî hat şakandin gelek bandor bûye û ji bo tolhildana Cuneyt berê xwe da qada berxedanê. Dayîk Şazîme wiha dirêjî da axatina xwe: "Berî Eylem biçe 2 keça apên wê çûn ser çiya. Wê demê baş tê bîra min ku Eylem piştî wan gelek digiriya û gazincan dikir. Her tim digot çima bêyî min çûn û min bi xwe re nebirin. Dîsa di heman demê de di Newroz 2008'an de dema li Colemergê destê zaroka bi navê Cuneyt hat şikandin li ser Eylem gelek bandor kir. Dema ku wan dîmenan temaşe dikir her tim digot 'Ev zilm û zordarî dê heya kengî li ser me bê kirin. Divê em tola vî zarokî hildin. Eger ku em îro bêdeng bisekinin dê sibê jî dora me bê' û bi hêrs dibû. Keça min ji bo tolhildanê û ji bo rawestandina mirina zarokan kefenê xwe hilda û çû."

'Tundiya li ser jinê wê bi hêrs dikir'

Dayîk Şazîme destnîşan kir ku keça wê bi tundiya li ser jinê jî gelek bi hêrs dibû û hemû hewldana wê ji bo azadiya jinê bû û wiha got: "Li herêma me jin gelek rastî tundiya mêrê tên. Ev dibû sedema hêrsa Eylem û digot ku heya jin bêdeng bimînin û serî li hember zilmê hilnedin dê ev tundî berdewam bike. Keça min ji bo azadiya jinê çû ser çiyan û wek lehengan li ber xwe da."

'Pêşengiya mêr ne dipejrand û dixwest ku ew xwe bi rêve bibe'

Jinbiraya Eylem, Mîzgin Atsak jî wiha qala jiyana wê kir: "Eylem jinek pir fedakar bû, ji min re ne wek nexweşik wek rêhevalek jiyanê bû, çûyina wê ji bo min gelek giran bû. Dema ku çû min hîs kir û dema min jê pirsî jî got tişt tune lê di reng û tevgera wê diyar bû û rewşa wê bala min dikişand. Min dizanîbû ku dê rojek biçe. Ji ber ku hertim qala çiya dikir. Eylem her tim ji me re digot ez destûrê nadim ku mêr pêşengiya min bikin. Ez ê bibim pêşengê xwe û ez ê xwe bi rêve bibim û wiha jî kir û çû. Niha Eylem min bi zordariya jiyanê re tenê hişt û çû."

(rc)