'Roja Kobanê a Cîhanî bû roja rizgariya tevahî gelan'

09:07

Şervîn Şervan-Rojda Serhad/ JINHA

QEMIŞLO - Cîgira Seroka Desteya Jin Emel Gewiriyê ji bo 1'ê Mijdarê roja cîhanî a Kobanê nirxandin kir û got:" kobanê di 1'ê Mijdarê de bû binketina pîlanin qirêj yê li ser gelên Rojava. Berxwdaniya Kobanê li hemberî hêza tarî bû destanek ji tevayî gelên cîhanê re."

Piştî berxwedaniyeke heft heyvan di Kobanê de ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dihate pêşxistin, di 1'ê Mijdara 2014'an de bi serket. Bi hêza berxwedaniya YPJ/YPG'ê Kobanê rizgar bû û xweseriya xwe bi dest xist. Wateya vê rojê ne tenê ji bo gelê Kurd pîroz tê dîtin, ji aliyê tevahî gelan ve wiha tê nirxandin. Ji bo vê rojê Cîgira Seroka Desteya Jin Emel Gewiriyê ku bi aslê xwe ji pêkhateyên Suryane axivî û salvegera vê rojê li tevayî pêkhateyan pîroz kir.

' Ew ê berxwedaniya Kobanê di bîra her kesekî de bimîne '

Emel Gewriyê da xwiya kirin ku berxwedeniya Kobanê ji bo tevayî gelên Rojava dîrokiye. Emel got ku serkeftina Rojava bi saya têkoşerên ku li Kobanê bûn e pêkhat û wiha berdewam kir: "Êrîşên ku li ser gelên Rojava û Kobanê di çerçoveyê planek de pêk hat û heya niha jî berdewam dike. Lê şervanên YPG/YPJ'ê vê dorpêçê bi berdêlên ji canê xwe hilweşandin. Xeleka koletiyê a li hember mirovahiyê bi berxwedana xwe ji holê rakirin. Êrîşên ku têne pêşxistin roj bi roj bi vîna hêzên parazvanên xaka Rojava têne şikandin. Li Kobanê hêzên êrîşkar derbeyeke mezin xwarin, ew ê berxwedaniya Kobanê di bîra her kesekî de bimîne."

'Em ji berxwedaniya gelê xwe gelek tişt hînbûn'

Emel diyar kir ku berxwedaniya Kobanê û têkoşîna gelê Kurd ji bo doza azadiya gelane û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em weke gelê Suryan bi hezarên salan me bi gelê Kurd re jiyan kir. Em bûne şahidiya sekna vî gelî yê berxwedêr, fedekarî û merdbûyîna wî di gelek deman de. Dema ku şoreş di Sûriyê de çêbû, yê ku herî bi rêxistin û fedekarî hêza xwe da avakirin dîsa gelê Kurd bû. Ji bo wê jî em ji hêza gelê xwe yên kurd gelek tişt hînbûn. Bi taybet di milê jinê de rastî, zanebûn û heqîqeta jin bi me dan naskirin. Kobanê bi berxwedanî û pêşengiya jin bi serket. Li her derê Rojava ji hemû pêkhatiyan jin pêşengiya şoreşê dike. Bê guman ev yek çavkaniya xwe ji feraseta şoreşa ku bi pêşengiya Kurdan digre pêk hat. Lewma îro ev şoreş û sistema ku li Rojava tê avakirin mînake, ji bo tevahî gelên li Sûrye û Rojhleta Navîn."

'Roja Kobanê bû roja tevahî gelan'

Di dewî da Emel balkişand e ser girîngiya salvegera roja yekem ji îlankirina Kobanê ku wekî roja cîhanî tê bi nav kirin û got:"1'ê Mijdara 2014'an bu sembola berxwedaniya gelên ku têkoşîna azadiyê didine. Ev roj bu roja rizgarkirina mirovahi yê. 1'ê Mijiderê ji bo gelê bakûr jî ew ê bibe rojekî pîroz û dîrokî. Ji ber em bawer dikin ku ew ê têkoşîna gelê Kurd di hilbijartinan de jî bi ser bikeve. Em ji tevahî gelan ra di riya azadiyê de serkeftin dixwezin."

Emel Gewriyê wiha dawî li gotinê xwe anî: "Banga me ji tevahî gelê Tirkiyê re ew e ku li hember rastiyê dewletê Tirkiyê hişyar be û dengê xwe bi vîna xwe ji partiya ku rast nûnertiya wan bike re bikarbînin.

(re/za/rc)