Bi çavê rojnamevanên Danîmarkayê hilbijartin

10:16

Sarya Gozuoglu/JINHA

AMED - Rojnamevan Danîmarkayê ên ku bi armanca şopandina hilbijartinê hatine Amedê diyar kirin ku baweriya gelê Kurd ji bo HDP'ê zêdeye û wiha gotin: "Berxwedaniyek mezin heye, ev berxwedan hemû neyîniyan derbas dike. Mirov li kur dibin bila bibin dev ji piştevaniyên xwe bernadin."

Ji bo hilbijartina 1'ê Mijdarê çend saet mane. Heyeta ku ji gelek rojnamevan û siyasetmedar pêk tê bi armanca şopandina xebatê hilbijartinê tên Tirkiyê û Kurdistanê. Rojnamevanên Danîmarkayê ên ku hatine Amedê xebatê hilbijartinê nirxandin. Rojnamevanên ku ji ber binçavkirina rojnamevanan ên ku li bajarên Tirkiyê pêk hatine ligel ne rihetiyê xwe nexwestin navê xwe bidin û wiha gotin: "Demên ku ji bo partiyên din û HDP'ê hatî veqetandin gelek cûda ye. Ji xwe encama hilbijartina 7'ê Hezîranê li holê ye. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de jî wê guhertinek cidî li gorî nêrînên me pêk neyê. Raqebetek bê adeletî li holê heye."

'Çav wê li ser sendoqan be'

Rojnamevan destnîşan kirin ku dê encamek ji hilbijartina 7'ê Hezîranê wêdetir derneyê û wiha domkirin: "Piştî bûyerê Cizîr, Ferqîn û Lîcê çavê her kesî li vê hilbijartinê ye û dê destûrê nedin hîle pêk were. AKP'ê hêzek mezin wenda kir. Piştî van bûyeran piştevaniya gel wê zêdetir be. Ji ber çav li ser sendoqane di heman demê de em difikirin ku wê dengê xwe jî biparêzin." Rojnamevanan anîn ziman ku li bajar û navçeyên Kurdistanê piştî îlankirina rêveberiya xweser êrîş û pevçûn zêde hat jiyan kirin û wiha domkirin: "Niha baweriya gelê Kurd a li hember HDP'ê zêde bûye. Berxwedaniyek mezin heye, ev berxwedan hemû neyîniyan derbas dike. Mirov li kur dibin bila bibin dev ji piştevaniyên xwe bernadin."

Rojnamevanan bi lêvkirin ku hikûmet bi êrîşan gelek deng wenda kir û wiha pêde çûn: "Mirov dê bin nekevin. Ev ji xwe taxtîkek a dewletê ye. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê berê hêzên leşerî dan herêmê. Her derî tar û mar kirin û hewldan ku gel neçarî koçiyê bikin. Bi vî aweyî xwestin çûyîna gel a ser sendoqan asteng bike. Diyar dibe ku li hember polîtîkayên ku pêk hatine mirov dev ji deng dayînê wê gav paşve navêjin."

(rc)