Dayîkên Aştiyê: Li hemberî şer dengê me ji bo HDP'ê ye
11:10
JINHA
ENQERE - Dayîkên Aştiyê diyar kirin ku piştî hilbijartinên hezîranê êdî welat ber bi şer ve hat kişandin, tenê HDP ji bo aştiyê dixebitin, ji bo wê jî bang li her kesê kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê.
Dayîkên Aştiyê yên ku di şerê piştî 7'ê Hezîranê derketî de herî zêde dengê xwe ji bo aştiyê gur derxstîn dan zanîn ku dê ji hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî şatî û wekhevî derkeve. Dayîka Aştiyê Munibe Koç a ku lawek wê di nava PKK'ê dene got: "Ev 30 salin ser vê erdnîgariyê xwîn tê rijandin. HDP partiya aştiyê ye, ji bo aştiyê tenê ew dixebite. Ez bang li hemû dayîkan dikim bila dengê xwe bidin HDP'ê. Bila êdî aştî bê zarokên me nemirin. Ji ber ku HDP ji bo hemû reng, deng, aştî û wekheviyê ye. Bese êdî bila xwîn nerije."
'Bila destê xwe danin ser wijdana xwe û vî şerî bidin sekinandin'
Kadriye Ozgan a ku tiyê xwe di qirkirina Enqerê de winda kirî jî wiha domand: "102 kesan bi bombabarana Recep Tayip Erdogan re jiyana xwe jidest dan. Ew mirov ji bo aştiyê hatin vê derê. Bila destê xwe danin ser wijdana xwe û şer bidin sekinandin. Em ne alîgirê qetilkirina mirovanin. Em şatî û wekheviyê dixwazin. Ez dayîka gerilame, çavê me li rêya zarokên mene. Bila êdî mirov vê hovîtiyê bibînin. Li Cizîr, Bismil, Farqîn û Silopî çî hati jiyan kirin. Ji bo dawîbûna şer divê em li sindoqan xwedî derkevin."
'Armanca me mirovahiya mezin û aştiye'
Yildiz Bahçeci jî bilêv kir ku êdî kes naxwaze şer bê berdewam kirin û wiha dom kir: "Her roj ji Kurdistanê cenaze tên. Ez bang li hemû mirovên baldar dikim. Qirkirinên wiha li ku hatin jiyandin. Bi hezaran mirov ji bo banga aştiyê hatin patyîtexta Tirkiyê Enqerê. Vê perqala qirêj weke kirinên xwe yên 30 salan carekdinê xwîn da rijandin." Kadiriye bi tayîbetî jî bang li jinan kir ku ji bo aştiyek meyînde dengê xwe bidin HDP'ê.
(zt)