Mala Jin a Girê Spî di demek kurt de bu navenda çareseriyê
12:06
JINHA
GIRÊ SPÎ - Mala Jinan a bajarê Girê Spî ku di 4’ê cotmehê de hatibû vekirin, ji perwerdeyê heta çareserkirina pirsgirêkên derûnî û pêxistina aboriya jinê, gelek xebatan dide meşandin.
Mala Jinan a bajarê Girê Spî ku 26 roj beriya niha hatiye vekirin, bi lez dest bi xebatan kir û gelek mijar danîne pêşiya xwe. Yek ji xebatên sereke ji bo jinên ku nexwendine û ji perwerdeya dibistanê mehrûm mane, vekirina dewreyên perwerdeyê yên bi zimanê Kurdî, Erebî û Ingilîzî organîze dike. Di van dewreyan de jin fêrî xwendin û nivîsandinê dibin. Dîsa dewreyên perwerdeya tenduristiyê jî têne birêxistinkirin da ku jin ji bo hemû rewşên awarte amade bin. Ji bilî vê dewreyên fêrbûna bikaranîna komputurê jî tên vekirin. Her wiha baxçeyên zarokan vedike.
Di heman demê de Mala Jinan bi armanca pêşxistina aboriya jin jî kargehên dirûtinê vedike û ji bo jinan derfeta kar peyda dike. Li herêmê jin ji ber rewşa şer û mercên zehmet ên dema borî pirsgirêkên dirûnî jî jiyan dikin. Lewra Mala Jinan wekî navendeke perwerdeyê tevdigere û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan xebat dimeşîne û semîneran organîze dike. Ji rêveberên Mala Jin Xensaa El-Hac Îmam Mala Jin wekî mala hemû jinan hesab kir û got ev mal navendeke piştigiriya madî û manewî ye.
Çeteyên DAIŞ’ê ku demeke dirêj bajarê Girê Spî xistibûn destê xwe gelek kiryarên hovane li dijî sivîlan pêk anîbûn. Ji ber vê welatiyên bajêr û bi taybet jin car caran zextên psîkolîjîk jiyan dikin. Ji ber vê vekirina Mala Jin hewcedariyeke sereke ya bajêr bû. Li gorî ku Xensaa da xuyakirin, Rêveberiya Mala Jin niha amadekariyên projeyên pêşxistina jinan di warê siyasî, ramyarî, aborî û civakî de dike. Deriyê malê hertim li pêşiya jinan vekiriye da ku pirsgirêkên xwe lê çareser bikin û rola xwe ya bingehîn aktîf bikin.
(rc)