'Emê bi giyana Kobanê li sindoqên xwe xwedî derkevin'

12:13

Medya Cebe-Vildan Atmaca/JINHA

WAN - Ji hilbijartinên 1'ê Mijdarê re saet mane jinan diyar kirin ku dê bi rasthatina 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi giyana şoreşa Rojava dakevin ser sindoqan û li dengê xwe xwedî derkevin.

Ji roja hilbijartinê 1'ê Mijdarê a ku di heman demê de Roja Kobanê a Cîhanê ye çend saet mane, jinan dan zanîn ku dê bi giyana YPJ'ê biçin ser sindoqan û li dengê xwe xwedî derkevin. Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê Jiyan Cebe destnîşankir ku AKP di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de şikestinek mezin jiyan kir, ji bo wê jî şer da despêkirin ji bo wê jî bang li hemû gelên li Tirkiyê kir ku li dengê xwe xwedî derkevin. Jiyan bilêv kir ku di 7'ê Hezîranê de hikumeta AKP'ê vîna hemû gelên Tirkiyê tine hesiband û wiha got: "Divê di 1'ê Mijdarê de hemû gelên li Kurdistan û Tirkiyê li dengê xwe xwedî derkevin. Emê bi vê despotiya AKP'ê di hilbijartinê de bişkînin."

'Xelasiya gelan tenê HDP ye'

Jiyan da zanîn ku li gel hilbijartinê 1'ê Mijdarê di heman demê de salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê ye û wiha domand: "Divê gelê Kurdistan û Tirkiyê bi giyana Kobanê li dengê xwe xwedî derkevin. Em tenê dikarin bi vî awayî şerê AKP'ê dayî despêkirin bidin sekinandin. Ji meha hezîranê heya nih li hember şerê AKP'ê HDP îsrara xwe ya ji bo aştiyê berdewam dike, ji bo wê jî tenê partiya xelasiya gelan HDP ye. AKP di 7'ê Mijdara sala 2002'an de hat û dê 1'ê Mijdara 2015'an de biçe."

'Bi giyana YPJ'ê emê 1'ê Mijdarê li ser sindoqan bin'

Rojîn Saraf jî balkişand ser di dema deshilatiya AKP'ê de tindiya ser jinan berdewam dike û wiha berdewam kir: "Di herêmên civakî û jiyanî de jinan tine hesab dikin. Bi alîkariya AKP'ê DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir. Berpirsê vî şerî AKP ye. Hilbijartin rastî Roja Kobanê a Cîhanê tê emê bi giyana YPJ û YJA STAR'ê li sindoqên xwe xwedî derkevin. Dê şoreşa di 1'ê Mijdarê de li Kobanê despêkirî di 1'ê Mijdarê de li Tiriyê jî berdewam bike. Emê jin li Tirkiyê li dengê xwe xwedî derkevin û partiya xwe ser bixin."

(zt)