İHD'a Colemêrgê daxuyaniyek çapemenî da
12:25
JINHA
COLEMÊRG - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) derbarê xebatê hilbijartinê de daxuyanî da çapemeniyê.
Komeleya Mafê Mirovan a Colemêrgê (ÎHD) derbarê xebata hilbijartina 1'ê Mijdarê de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê İHD'ê ve hatî xwendin de wiha hat gotin: "Ji bo civakek aram divê hemû gelên ku li Tirkiyê dijîn alîgirê demokrasiyê bin û di 1'ê Mijdarê de birpirsyariya pewirên xwe bi cih bînin. Komeleya İHD'ê dê heya êvarê vekirî be. Li hember hemû êrîşan komîsyonên hilbijartinê dê li ser erka xwe bisekinin. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê li welat pêvçûnên dijwar rû dan. Em di wê baweriyê dene ku di 1'ê Mijdarê de gelê me ji bo aştiyê rayê xwe bide. Piştî hilbijartinê jî çi dibe bila bibe gelê Kurd dê bi çalakiyên xwe ên demokratîk wê aramî û aştiyê bînin welat."
(zyd/rc)