'Bi rihê berxwedana Kobanê şoreşa Bakûr misoger dibê'

14:18

Delîla Bagok/JINHA

RIMÊLAN - Rêveberiya TEV-DEM'ê Henîfe Huseyin derbarê Roja Kobanê a Cîhanî 1'ê Mijdarê de nirxandin kir. Hanîfe behsa berxwedaniya Kobanê a bê hempa li dijî çeteyên DAIŞ'ê kir û got: "Berxwedaniya ku bi xwîna şervanên azadiyê hatiye serxistin, di dîroka cîhanê de cih girt."

Rêveberiya TEV-DEM'ê Henîfe Huseyin li ser girîngiya 1'ê Mijdarê nirxandinên girîng kir. Henîfe destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ne berxwedanek ji rêzê bû û wiha got: "Li Kobanê berxwedan li dijî dijminê mirovahiyê hat dayîn. Her wiha serkeftina 1'ê Mijdarê vîna jiyana azad nîşan daye. Li bakûrê Kurdistanê jî di 1'ê Mijdarê de gel wê rihê azadiyê nîşanî hemû cîhanê bide."

'Hilbijartina 1'ê Mijdarê wê bi rihê Kobanê bi serbikeve'

Henîfe piştgiriya xwe a ligel gelê Bakûrê Kurdistanê nîşan da û wiha got: "Di serî de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM'ê em piştgiriya xwe a li gel gelê xwe ên bakûrê Kurdistanê tînin ziman. Hilbijartina 1'ê Mijdarê a ku wê li bakûrê Kurdistan û tevahî Tirkiyê pêk were, di encama têkoşîna gel de wê bi rihê serkeftina Kobanê bi serbikeve. Ev rih û enerjiya pozîtîf ya ku xwe di bawerî û tekoşîna gelê me de ji bo azadiyê şînber dike, di hilbijartinan de jî ew ê bê teyisandin."

'Polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê li hemberî berxwedaniya Kobanê têk çû'

Henîfe diyar kir ku polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê li hember berxwedana Kobanê têk çû û wiha domkir: " Tekoşîna ku bi riya YPJ,YPG û bi alîkariya hêzin havbeş yên ku di berxwedana Kobanê de cihê xwe gertin û li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerek bê hempa dan meşandin. Hemû plansaziyên hêzên tarî serûpêkirin. Ji ber vê yekê 1'ê Mijdarê wek Roja Kobanê a Cîhanê hat bi navkirin. Roja sembola berxwedanê hat îlankirin. Em îro şehîdên qehreman yê ku di bexwedaniya Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Di keseyeta hevala Arîn Mîrkan, Rêvan , Baran û Cudî de li hemberî tevahî şehîdên Kobanê em bejna xwe ditewînin."

'Bi rihê berxwedana Kobanê şoreşa Bakûr misoger dibê'

Henîfa wiha dewam kir:"Hilbijartina ku di 1'ê Mijdarê de li Tirkiyê pêk bê, gavek dîrokî û bi rûmete. 1'ê Mijdarê wê pêşeroja Tirkiyê diyar bike. Têkoşîna azadiya gelan wê bi ser bikeve. Çawan ku rejîma Baasê li Suriyê êrîşê Kurdan dikir îro dewleta Tirkiyê li hember gelê bakûrê Kurdistanê pêk tîne. Ji ber vê vîna gel a azadî û demokrasiyê bi têkoşîn û bedelên mezin wê bihêje serkefitinê. Em ê bi projeya civaka xweseriya demokratîk sîstema jiyana xwe ji nûde înşa bikin. Divê her kes li dengê xwe xwedî derkeve û bi rihê Kobanê şoreşa Bakûr misoger be."

'Hêviyê Erdogan a ketina Kobanê vala derket'

Henîfe got: "Teqîna ku di mitînga aştî a li Enqerê pêk hat bû sedema gelek welatî jiyana xwe ji dest bidin. Dewleta Tirk bi komkujiyan dixwaze pêşî li daxwaza gel a aştiyê bigre û îqtîdara xwe berdewam bike. Her wiha fikrê netewa demkratîk bi tirsandina gel û bê îradekirina wan dixwazin biçewsînin. AKP'ê ji bo xistina Kobanê jî hêviyên xwe dida axaftin, lê bi taybet hêviyê ketina Kobanê yê Erdogan vala derket. Niha li bakûrê kûrdistanê rewşa ewarte hatiya îlan kirin bi ermanca ku gelê kurd nikaribe biçe ser sendoqan. Bê guman berxwedaniya gelê me ya li hemberî desthilatdariya Tirkiyê û tevahî rewşên ewarte têk birin."

'Roja Kobanê ew ê bibe serkeftina gelê me di hilbijartinan de'

Henîfa wiha pêde çû: "Hêzên cîhanî û yên nav netewî, ên ku mafên mirovan diparêzin divê êrîş û komkujiyên ku hikûmeta AKP'ê pêk tîne lêkolîn bikin. Bi taybet êrîşên ser şehîdgehê û nirxên gel ên pîroz divê were lêkolîn kirin. Bi hêviya salvegera roja Kobanê ew ê bibe serkeftina gelê me di hilbijartinan de jî, em vê rojê li tevayî gelên me pîroz dikin."

(rc)