Li Dîlokê berya hilbijartinê sergirtina malan
15:23
JINHA
DÎLOK - Berya hilbijartinê 1'ê Mijdarê li Dîlokê di sergirtinê malan de, di nav de xebatkarên KJA'yê jî heyî herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.
Li Dîlokê di operasyonên qirkirinên siyasî de di nav de xebatkarên KJA'yê jî heyî herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. Li navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîlê polîsan bi ser gelek malên li taxên Vatan, Beydîllî, Golluce, Gazîkent û Aydinlarê de girtin. Di dema serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û gelek wesayîtên zirxî li taxan hatin bi cih kirin. Di serdegirtinan de xebatkarên KJA'yê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku serdegirtin didomin û dema serdegirtinan polîsan bi gotina "em ê we gulebaran bikin" gef li welatiyan xwarine.
Navên hin kesên ku hate hînbûn evin: Xebat Gengeç, Osman Gumuş, Bîrten Ado, Seyfettîn Yildiz, Mustafa Tunç, Rabîa Ozer, Salîh Bîrîşîk û Îbrahîm Olcay.
Mêrsînê 7 kes hatin girtin
Li Mêrsînê ji 22 kesên ku di 28'ê Cotmehê de di serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin 7 kes hatin girtin. Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Mêrsîne di 28'ê Cotmehê de 22 kes di serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin. Duh 2 kes piştî îfadeyên li emniyetê serbest hatin berdan 20 kes jî sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê her 20 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 13 kes jî serbest hatin berdan.
(ha/rc)