Li Kantona Cizerê meşek girseyî ji bo 1'ê Mijderê hat li dar xistin.
16:57
JINHA
AMÛDÊ - Li Kantona Cizîrê bi armanca 1'ê Mijidarê Roja Kobanêya Cîhanî û piştevaniya li gel HDP'ê bi hezaran welatî daketin qadê û meşek li darxistin.
Li Kantona Cizîrê bi armanca 1'ê Mijidarê Roja Kobanêya Cîhanî û piştevaniya li gel HDP'ê bi hezaran welatî daketin qadê û meşek li darxistin. Meş li bajarê Amûdê pêk hat. Ligel bi hezaran welatî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiya Aştî ya Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl û Partiya Yekîtiya Demokratîk û gelek partiyên siyasî amade bûn. Piştî meşê Hevseroka PYD'ê Asya Abddullah axivî.
Asya Abdullah wiha got: "Em Roja Kobanê a Cîhanî li gelê Kurd pîroz dikin. Şervanên azadiyê canê xwe fedaî vî axî kirin ku ji bo me derfetên jiyana nû avabikin. Bila her kes bizane ku Kobanê kurdistane û kurdistan jî Kobanê ye. Li bakûrê Kurdistanê jî dê hilbijartina 1'ê Mijdarê pêk were, em ji gelê xwe bi hêvîne û em bi serkeftina wan bawerin."
Asya wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê gelê me ên bakûrê Kurdistanê li hember dengên xwe hişyar bin û xwedî li nirxên xwe derên. Divê hemû gel dengê xwe bide HDP'ê dengê xwe bide aştiyê."Piştî wê peyamên pîrozbahî ên li ser navê Rêxistin û saziyan hatin xwendin. Meşa bi coş bi girtina govendê bi dawî bû. Hêjayê gotinê ye ku gel amedekariyê pîrozbahiya serkeftina HDP'ê ji niha ve dike.
(re-rs/rc)