'Nasnameya me bi zimanê me diyar dibe'

09:18

Gulîstan Bekir/JINHA

HESEKÊ - Peymangeha Zanistên Perwerdehiya Şehîd Çiya a ku di 1'ê Îlonê de perwerdeya zimanê Kurdî daye despêkirin rastî eleqeyek mezin tê.

Peymangeha Zanistên Perwerdehî a Şehîd Çiya ya ku di 1'ê Îlonê de hatî vekirin û 400 şagirtên jin girtine li bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê rastî eleqeyek mezin tê. Perwerdeya ku bi plansaziya Saziyê Zimanê Kurdî tê rêvebirin, armanc dike ku mamosteyên zimanê Kurdî li herêmê zêde bike. Her wiha di binesaziya Peymangeha Zanistên Perwerdehiya Şehît Çiya li gelek bajaran a hersê Kantonan hatî vekirin. Dewreya ku 400 jin û 176 mêr cihê xwe di navde girtine dê 6 heyvan berdewam bike. Rêvebera Peymangeha Zanistên Perwerdehiya a Şehîd Çiya Hebûn Selîm agahî da.

'Bi sayê şervanên azadî û berxwedana gel ev derfet pêk hat'

Hebûn diyar kir ku peymangeh rastî eleqeyek mezin hatiye û wiha got: "Sedema eleqeya zêde a jinan yek ji ber zimanê dayîkê ye a din ji ber di xwezayê jin de înşakirin û parastina nirxên civakê heye tê nîşandan. Li tevahî Rojava hemleya avakirina mamosteyên zimanê Kurdî despêkiriye. Li dijî êrîşên leşkerî û şerê bişavtinê du erkên me ên girîng heye, yek mamoste amedekirin a duyem jî giranî dayîna perwerdeyê zarokane. Bi salane pergalê serdest hewldane ku zimanê Kurdî ji holê rakin. Me bi zimanê dayîkê perwerde nedît, em hînê zimanê pergalê bûn. Bi sayê şervanên azadiyê û berxwedana gel me derfetên mezin bi dest xist û em xweseriya xwe bi xwe înşa dikin.

'Xwedî li zimanê xwe derkevin'

Şagirta bi navê Silava Rakan jî wiha axivî: "Ji ber ez bi aweyek fermî perwerdehiya zimanê dayîkê dibînim gelek kêfxweşim. Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve. Em ê xwedî li nirxê şehîdên azadiyê derên."Zehîra Alî a ku ji pêkhatiyê Erebe wiha hestên xwe parve kir: "Ez jî dixwazim hînê zimanê Kurdî bibim. Ji ber fermiyetê ziman ez gelek kêfxweşbûm. Ferqa me ji hev nîne, em hemû wek hevin. Ez ê hemû zarokên xwe jî hînê zimanê Kurdî bikim. Bi hînbûna ziman têkilî û pervekirin di nava civakê de wê bi hêztir bibe." Meha Xetîb ku dayîka 3'ê zarokane wiha got: "Ez hersê zarokên xwe jî hînê ziman dikim. Ji bo pêşeroj û nifşên nû de gelek bi sûd be ev gav. Nasnameya me bi zimanê me diyar dibe."

(rc)