'Zaroka min bi alîkariya 5 mehmurên dewletê hat revandin'
10:13
Zeynep Akın / JINHA
ÊLIH - Ezgi Alan a ku ji hevserê xwe şideta derunî û fîzîkî dîtî niha jî ji bo zarokên xwe tekoşînê dide. Ezgi diyar kir ku wê bi biriyara dadgehê kurê xwe li gel xwe hêlaye û got: "Piştî doza berdanê 4 hefteyan mehmurên dewletê zaroka min ji min girtin birin gel hevserê minê berê û carekdinê venegerandin. Ez di derbarê polîs, pedegog û mehmuran de gilî dikim."
Ezgi Alan a ku ji hevserê xwe şideta derunî û fîzîkî didît, dema ji hevserê xwe cuda bûyî bi biriyara dadgehê kurê wê gihaye wê jî lê niha ji aliyê hevserê wê yê berê ve zaroka wê hatiye revandin tekoşîna carekdinê girtina zaroka xwe dide. Ezgi destnîşan kir ku bi biriyara dadgehê kurê wê li gel wê dimîne û dê tenê hefteya yekem û sêyem ên mehê rojên şemiyê bavê zarok bikare wî bibîne. Ezgî da zanîn ku ji 24'ê cotmehê heya niha wê zaroka xwe nedîtiye û tiştên jiyan kiriye bi vî awayî anî ziman: "Di runiştina dozê ya despêkê ya di 2 yê cotmehê de hakim biriyara her mehê hefteya yekem û ya sê yemîn roja şemiyê ji saet 10.00'an heya 17.00'an bavê zarok dikare bibîne. Şemiya despêkê ya serê mehê hes nehantin. Roja înê 23 yê cotmehê yekî xwe weke mehmurê îrca yê da nasîn telefona min kir û diyar kir ku dê bê zaroka min bigire. Min ji bo wan got 24'ê mehê hefteya çaran e û ez zaroka xwe teslîmî we nakim, ji ber ku ev daxwaz ji derveyî biriyara dadgehê ye. 24'ê tomtehê saet di 08.50'an de hatin, Cevat jî li xwerê li bendê bû. Paşê 2 polîsên sivîl, 2 îcra mehmur û yek jî pedagog hatin ber derî. Nîv saetê bi wan re axivîm. Ji bo zarok nedim ez bi biriyar bûm. Çî dibe bila bibi gotin emê bi zorê zarok bigirin. Wan gotin ji ber ku di vê mehê de 5 şemî hene şemiya hefteya sêyan jî zarok nebirine gel bavê wî, dibê teqez bibin. Min ji bo wan got beyanek fermî heye, gotin na. Li gorî xwe biriyar girtine û hatine zarok bigirin."
'Min bi destê xwe zaroka xwe teslîmî pedagog kir'
Ezgi bilêv kir ku her dem ji tirsa revandina zaroka xwe wê her dem peyîwirdar şiyar dikir û wiha dom kir: "Ez herî zêde ji wê hêrs dibim ku min bi destê xwe zaroka xwe daye destê pedagog. Ewan jî girt û birin. Dayîka min jî di saet 11.00'an de li gel pedagog axiviye ka çî dikin. Pedagog jî diyar kiriye ku li Parqa Êlihê ne zarok nasekine, dê zarok bibin malê. Min paşê ji diya xwe re got êdî ji xwe saet tê 17.00'an hewice nake tu bigerê ji xwe dê zarok bîne. Ji xwe li gorî biriyarê dema ku şevekê zarok neyînin herin qereqolê serlêdan bikin. Di wê saetê de dayîka min her dem li pedagog digeriya yan telefona xwe bersiv ne dida yan jî diavêt meşxulê. Ji 24'ê cotmehê heya niha zaroka min nîne, ez ji pedegogan, 2 îcra mehmuran û 2 polîsên sivîl gilî dikim. Min zaroka xwe teslîmî 5 mehmurên dewletê kir, peyîwira wan parastina zaroka min û paş de vegerandina wî bû. Wan zarok girt û carkdinê paşde venegerandin û ne parastin. Di peyîwirê de hîmal heye, baş karê xwe nakin. Min zaroka xwe teslîmî dewletê kir, ez carekdin ji dewletê dixwazim."
(zt)