Buroya jinan a hilbijartinê şewitandin
10:42
Mijdar
1
/ 2015
JINHA
EDENE - Buroya Hilbijartinê ya Jinan a HDP'ê ya Edeneyê ji aliyê kesên nasnama wan ne diyar ve hat şewitandin.
Buroya Hilbijartinê ya Jinan a HDP'ê ya navçeya Çukurova ya Edeneyê ji aliyê kesên nasnama wan ne diyar ve hat şewitandin. Buyera ku di saet 02.00'ê şevê de derket agir bi buroyê ket heyeta îtfayê hatin cihê bûyerê agir vemirandin. Hîna ji aliyê Navenda HDP'ê ya Edeneyê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn, lêkolînên di derbarê bûyerê de berdewam dike.
(fz/zt)