Pilot Semîn li hemberî gotinê zayendî got 'berxwedan berdewam dike'
11:52
JINHA
STENBOL - Li ser malpera civakî Pîlota cambaz a jin a Tirkiyê Semîn Ozturk rastî gotinên cazendî tê. Semîn bersiv da gotinên zayendî û diyar kir ku wê dîsa pîlotiyê berdewam bike.
Pîlota cambaz a herî ciwan Semîn Ozturk a 24 salî, ji 9 saliya xwe de dest bi pilotiyê kiriye. Semîn pilotiya cambazî de profesyonel berdewam dike. Li ser malpera civakî de gotinên zayendi yên weke "Bavê min jî pîlot bûna ez ê jî bifiriyama", "Tu biçê hêk pijandinê hîn bibe, şorbe çêke" ku Semîn lê rast tê. Semîn anî ziman ku ew li hemberî gotinên zayendî karê xwe berdewam bike.
Semîn firîna yekem di 21 saliya xwe de li Balafirgeha Hezarfenê pêk aniye. Ji xeynî cambaziya pîlotiyê pêşnumakera balafir, teknîsyeniya balafir û helîkopterê ye û di heman demê de mûcîdê "Avrasya Taklasi" ye.
(ha/zt)