Selma Irmak li Colemêrgê deng da

12:08

JINHA

COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê bi coşk mezin dadikevin ser sindoqan. Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak û dengê xwe bi karanî.

Di saetên serê sibê de jinên Colemêrgê bi kincên xwe yên rengîn û kelecana xwe dadikevin ser sindoqan. Hevseroka KCD 'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak li dibistana Türkiye Odalar û borsalar birliği (TOBB) ê dengê xwe bikar ani. Dema ku Selma dengê xwe bikaranî axaftinek kin kir û got: "Ji xwe di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelê me vîna xwe nîşan da, lê hikumetê vîna gel nepejirand û li hemberî wê şer da despêkirin. Ji xwe gelê me baş dizane xebat çawan tê kirin ji bo wê jî dê serkeftin her dem ya gelan be."

(zyd/zt)