Berendamên jin ê HDP'ê li Stenbolê dengê xwe bikar anîn
12:09
JINHA
STENBOL - Berendamên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya û Fîlîz Kerestecîoglû dengê xwe bikar anîn.
Li Kurdistan û Tirkiyê hilbijartina giştî despêkiriye. Berendama parlementeri ya HDP'ê ya Herema 1. a Stenbolê Huda Kaya û berendama parlementeri ya HDP'ê ya Herema 2. a Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû dengên xwe bikar anîn. Huda Kaya li Lîse ya Anadol a Kemal Ataturk di sindoqa 1287 de dengê xwe bikar anî û wiha got: "Bila ev hilbijartin bibe sedema aşitî û edaletê." Fîlîz Kerestecîoglû jî li Dibistana Navîn a nîlufer Hatûn di sindoqa 1219 de dengê xwe bikar anî û wiha got: "Hêvî dikim dengê me ji aşitî re bixêr be."
Huda Kaya ji bo hilbijartinê bişopîne vê li Navênda Kordînasyona Herema Yekemîn be.
(ha/zt)