Gelê Êlihê cîh guhertina sindoqan nasnekirin û daketin ser sindoqan

12:25

JINHA

ÊLIH - Li Êlihê 312 hezar hilbijêr ji bo dengên xwe bi kar bînin di seatên serê sibehê de diçin ser sindoqan û dengê xwe bikar tînin.

Li tevahiya gund, bajarok, gund û navenda Êlihê 312 hezar hilbijêr ji bo hilbijartina 1'ê Mijdarê di seatên serê sibê de berên xwe dan cihê ku dengên xwe lê bikar tînin. Her çiqas YSK'ê cihguhrandina sindokan qebûl nekir jî li gelek taxan cihên sindoqan hat guhrandin. Lê ligel vê yekê hilbijêr çûn ser sindoqan û dengên xwe bi kar anin. Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becerîklî jî dengên xwe bi kar anin. Saadet pîştî bi boneya hilbijartinê û moralê bide hilbijirên li gelek disbistanan geriya, li Dibistana Ziya Gokalp ya navendî dengê xwe bi kar anî. Ayşe Acar jî li Dibistana Selçûkliyê ya li taxa Baglarê dengê xwe bi kar anî. Disa gelek jinên pîr û nexweşên giran li ser kursiyên bi tekeletî û li ser daran hatin dengên xwe bi kar anin.

Her wiha li gelek dibistanên ku deng lê tên bikar anin dibin qontrola polîsan deye û gelek polîs li derdora dibistanan hatin bi cih kirin.

(ho-za/zt)