Jinên Kerboran: Li vir ji kujer û dizan re cih nîne
13:18
JINHA
MÊRDÎN - Jinên Kerboranê diyar kirin ku ew bûyerên piştî dorpêça polîs û leşkeran ji bîr nekirine û wiha gotin, "Sandoqan de cih ji kujer û dizan re nîne."
Li navçeya Kerborana Mêrdînê hilbijêr di saetên sibehê de çûn sendoqan û dest bi dayîna deng kirin. Jin piştî ku dengê xwe bikaranîn dest bi parastina sendoqan kirin. Jinan diyar kirin ku berî du hefte polîs û leşkeran piştî îlankirina qedexeyê derketina kolanan êşên ku bi wan dane jiyan kirin ew ji bîr nekirine û gotin ji AKP'ê re înat ew ê dengê xwe bidin aştî û demokrasiyê HDP'ê.
'Ji bo aramî û demokrasiyê HDP'ê'
Yek ji jinên navçeya Kerboranê Leyla Ezgî Kiliç raghand ku ji bo pêşî li mirinan bigre ew dengê xwe daye HDP'ê. Leyla got: "Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê li herêmên me gelek sivîl, jin û zarok hatin qetil kirin. Bi hezaran mirov bê sedem hatin binçav kirin. Em demokrasî, aştî û aramiyê dixwazin."
'Em ê tu cara dengê xwe nedin AKP'ê'
Leyla destnîşan kir ku piştî êrîşê hikûmeta AKP'ê helwesta gel zelal bûye û wiha pêde çû: "Bi îlankirina qedexeya derketina kolanan gelek mirov di malde tengijîn. Rewşek OHAL a cîdî bû. Rûxmî ku gelek welatî ji mal derneketin jî rastî şîdet û heqeretan hatin. Wan rojan em rastî rûyê tund û desthilatdariya hikûmeta AKP'ê hatin. Piştî ewqas tundî û şîdet em ê tu cara dengê xwe nedin AKP'ê. Ji ber vê jî divê hemû gelê Tirkiyê vê yekê bibîr bîne û helwesta xwe nîşan bidin."
'Em piştgirî nadin ên ku mirinê ji mera rewa dibînin'
Hatîce Gevcan jî anî ziman ku, divê îhlalên maf ên ku li hember tevahî gelê Tirkiyê û şîdetê hember gelê Kurd neyê jibîrkirin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de em rastî kiryarên ji salên 90'an xirabtir hatin. Ji ber ku komkujî, şîdet û tundî li ser me tu caran kêm nebû min dengê xwe da HDP'ê. Ji bo ku em ji despotiya Serokomar Erdogan û AKP'ê xilas bibin divê em dengê xwe bidin HDP'ê."
'Birçî û tîbûyî dihêlin û benda rayên me ne'
Hatîce bal kişand ser êşên ku di dema dorpêça li ser navçê jiyan kirine û wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelê Kerboranê êşên nayê ziman jiyan kirin. Gelek serdegirtin û binçavkirin pêk hat. Ne av ne jî xwarin hebû. Eger hikûmet û dewleta me ji ber em Kurdin van rewa dibîne, em ê jî piştgirî nedin wan. Hevalek me ê sivîl di nava kolanê de înfaz kirin. Em ê tola wî hevalî û êşên ku me jiyan kiriye ser sendoqan bixwazin. Li vir ji kujer û dizan re cih nîne."
(rc)