Zarokên Efrînê Roja Kobanê silav kirin

14:39

JINHA

EFRÎN - Zarokên Navçeya Raco ya Efrînê Roja Kobanê ya Cîhanê bi rêbazê xwe silav kirin.

Îro li gelek deverên Cîhanê roja Kobanê ya cîhanê tê pîrozkirin û silavkirin. Zarokên Dibistana Şehîd Hac Mûsa ya Navçeya Reco a Kantona Efrînê jî xwestin bi rêbazê xwe vê rojê silav bikin. Zarok dema çûn dibistanê di civîna serê sibehê de li hev kom bûn û bi kombûna xwe navê Kobanê xêz kirin û Sirûda Ey Reqîb, xwendin.

Piştre Mamosteya Zimanê kurdî Jînda Yûsiv axivî û ji zarokan re wateya vê rojê û çima bûye roja Kobanê ya Cîhanê, vegot. Di dawiyê de jî zarok bi duruşmeyên bijî berxwedana YPG/YPJ’ê, qêriyan.

(rc)