Komîteya perwerdê civînek berfireh li darxist
16:41
JINHA
HESEKÊ - Komîtiya Perwerdeya Demokratîk civînek berfireh li darxist. Armanc ji civînê aktîfkirin û rêxistinkirina perwerdê a bajarê Hesekê ye. Di civînê de 28 kes ji bo Konferansa Ziman hatin hilbijartin.
Komîteya Perwerdeya Demokratîk a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê bi armanca aktîfkirina xebatên rêxistin û perwerdehî civînek berfireh li darxist. Cîvîna ku li navenda Xabûr a Çand û Huner ya bajarê Hesekê de hatî li darxistin de bi sedan mamoste tevlîbûn. Civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê despêkirî û piştre rewşên hemû dibistan û perwerde hatin nirxandin. Derbarê civînê de Endama Destayê Perwerdê Jînda Ahmê agahî da û wiha got: "Ev civîn bi armanca rêxistinkirina perwerdê û erkê mamosteyan diyar kirine. Civînên wiha dê li hemû bajaran werin li darxistin û di encama van civînan de wê 28 delege ji bo konfransê werin hilbijartin.
Endama Yekîtiya Mamosteyan Rûken Necar jî wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkan em civîn pêk tînin û nîqaş dikin. Bi sedan jin beşdarî civînê bûne, di xebata perwerdehî de jin xwedî hêzek mezine." Di dawiyê civînê de Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyan a bajarê Hesekê ji nûve hat hilbijartin û 28 kes ji bo konferansa Ziman hilbijartin.
(gb-ee/rc)