Di teqîna Nisêbînê de kesekê jiyana xwe jidest da
09:13
JINHA
MÊRDÎN – Li Nisêbînê di marketekê de teqîn pêk hat û ji ber dijwariya teqînê market ket rewşa nayê bikar anînê û welatiyek jiyana xwe ji dest da, 25 welatî birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şevê din li marketa li ser komana Sakaryayê ya taxa Selahattîn Eyubî ye teqîneqeke nayê zanîn ji ber çi qewimî pêk hat û welatiyek jiyan xwe ji dest da. Piştî teqînê ku agir derket bandora xwe li derdora kargehên derdorê jî kir û xesarek mezin pêkhat. Ji ber şewatê tevahiya marketê şewitî û agir bandora xwe li avahiya ser marketê jî kir. Di encama teqînê de gelek welatî birîndar bûn û kesek navê wî nehate zanîn dema teqînê ku di kolanê de dimeşiya ji ber tazyîka teqînê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê welatiyê jiyana xwe jidest da piştî demek dirêj hate dîtin. Wesayîtek jî ji ber tesîra agir şewitî.
Piştî demek kin ekîbên agirkujiyê yên Nisêbînê hatin cihê bûyerê mudaxeleyî şewatê kir. Her wiha piştî teqînê gelek polîs û maşîneyên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li ser mezinbûna agir gelek ekîbên agirkujiyê ji navenda Mêrdînê hatin alîkariyê û ketin nav xebatên vemirandina şewatê. Maşîneyên agirkujiyê ji aliyekî ve agir vemirandin û ji aliyekî ve jî welatiyên di avahiyê de asê mabûn, tahliye kirin.
Bi hezaran welatiyên taxê jî herikîn cihê bûyerê û ji bo rizgarkirina welatiyên li avahiyê asê mabûn, alîkarî da ekîbên tenduristiyê û agirkujiyê. Di encama demek dirêj de bi hewldanên ekîbên agirkujiyê û welatiyan de welatiyên asê mabûn hatin rizgarkirin. Di teqînê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 25 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û xizmên wan jî herîkin ber nexweşxaneyê. Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok jî cihê teqînê hate ber nexweşxaneyê. Ji 25 welatiyên birîndarkirî Mehmet Emîn Kazan (35), Emîne Vural (33), İvan Herem (30) û Zekî Muhammed sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. Hate hînbûn ku talûkeya wan a jiyanî nîne.
Welatiyên ji ber şewat û dumanê birîndar bûn navê wan wiha ye: ”Mehmet Alî Kazan (30), Hatice Kazan (16), Mehmet Kazan (42), Halîme Kazan (15), Bêrîvan Kazan (12), Hasan Kazan (28), Habîp Kazan (29), Latife Aş (61), Abdulazîz Aş (66), Aziz Bedirhan Aş (5), Hasan Dunar (16), Cengîzhan Alpar (21), Mazlum Dağ (24), Abbas Çakir (21), Rêzan Ağırman (25), İmran Kardaş (34), Mahmut Vural (2), M. Can Erakatay (17) û Mehmet Başak (41)."
Li aliyê din canazeyê welatiyê ji ber şewatê nehat nasîn. Piştî otopsiya cihê bûyerê ew rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
(bg/zt)