Jin ji bo jiyanê nan û ji bo giyanê gul dixwazin
09:53
Sibel Ozalp/JINHA
STENBOL - Ekîba Bernama Nan û Gul a welatê dibinhişiyan de berxwedana jinan cîh girtî wiha gotin: "Em tekoşîna tevgera jinan di salên dawiyê de ji bo jiyanek bê şer û wekhev dibînin. Di nava hemû awayê tekoşînê de jin hene. Emê pêvajoya hînbûnên jinan ên hînî jinên dinê dikin weke pêvajoyekê bigirin dest."
Di Televizyona Hayat de yek ji bernameyên herî kevin (Ekmek ve Gul) Nan û Gul ku ji sala 2008'an heya niha ji bernameyekê derketiye, ketiye rewşa gotin û rêxistinbûna jinan. Tekoşîna jinan a jiyanê ku bi "Nan û Gul" hatiye sembolkirin heya serê sed sala derbasbûyî dirêj dibe. Di sala 1908'an de 15 hezar jin ji bo bidestxistina mafên xwe yên weke kêmbûna saetên xebatê, dahatek baş, mafê dengdanê û destura zayînê meş kiribûn, di meşê de li ser zimanê wan duruşmên "Nan û Gul" hebûn. Heta ku James Oppenheimer ji tevgera jinan îlham girt û bi navê Nan û Gul helbestek nivîsî û got: "Em ji bo têrkirina zigê xwe nan û ji bo têrkirina giyana xwe gul dixwazin."
Piştî vê çalakiyê salekê di sala 1912'an de li eyaletek din ê ABD yê li Lawrence yê 20 hezar karkeran ji bo kêmbûna muçeyên xwe çalakiyên protestoyî kirin. Li ser wê li Tekstila Sanayiya New England ayê çalakiyên kar berdanê hatin despêkirin. Di çalakiyekê de komek jinên ciwan pankarta bi sernivîsa "Em hem nan û hem jî gul dixwazin" rakiribûn. Helbesta Oppenheimer ya nan û gul hat bestekirin û bû sitiran, duruşmên gireva Lawrence yê ya "Nan û gul" weke gurev di dîrokê de cihê xwe girt.
Şengul Karadag di derbarê bernama wan ya Nan û Gul de nirxandin kir. Şengul da zanîn ku li ku berxwedana jinan heber bernama Nan û Gul li wê ye û wiha got: "Di dema nû de ji bo jiyanek bê şer û bê şidet emê bernamê hîn zêdetir rengîn çêbikin. Me dît ku çawan em dikarin bernama jinan çêkin. Li ber karê malê re her dem guhek jinan ser televizyonê ye, me xwest li cihê guhê wan ser bernameyek dinê bin, bila li ser bernama me be. Dema ku me dest bi bernamê kir me dît ku gelek gotin hene em bêjin. Ji kenînê heya rondikên çavan... Gelek pêşkêşvanên me hene, em hemû bi dilxwazî dixebitin."
'Em çawan dikarin jiyana xwe biguherin'
Yek ji Koordinatora bernamê û di hemandemê de pêşkêşvana bernamê Sevda Karaca jî di derbarê xebatên xwe de wiha axivî: "Me bi îdiaya dengê jinan dayîna bihîstin, daxwazên wan dayîna pêş û tekoşîna wan gihandina ekranên televizyonê dest bi vê bernamê kir. Me bi bernama alternatif a ku jinan pirsên weke 'Emê çawan bikarin jiyana xwe biguherin' dest bi vê bernamê kir."
'Em hewil didin daxwazên jinan ên aştiyê bînin ziman'
Ji editorên bernamê Ezgi Ynay jî bilêv kir ku dê di dema nû de cardin ser pirsgirêkên jinan rawestin û wiha domand: "Bifikirin rojekê hun di malê de runiştîne, li cihê pirsgirêkên xwe ji hevalek xwe re vebêjin ji hemû jinan re qal dikin. Em dixwazin ser mijarên wiha bernameyan çêkin. Li gorî bûyerên çêdibin rojeva bernama me tê guhertin. Di vê pêvajoyê de jî em hewildidin ku daxwazên jinan ên aştiyê bînin ziman."
(zt)