700 zarokên Êzidî di karavana de perwerde dibîne
10:27
Tugba Akyılmaz / JINHA
ŞENGAL - Ên ku herî zêde ji şer bandor dibin bê guman zarokin. Zarokên Şengalê ji bo derûniya wan a li hember ferman û şer derbas bibe daxweza dibistana zimanê dayîkê dikin. Bi 20 mamosteyên dildar di 11 karavanên ku kirine dibistan de 700 zarok li Şengalê perwerdehiya xwe dibîne.
Li çiyayê Şengalê jiyan ji nûde tê avakirin. Di nava şert û mercên jiyanê ên zehmet 20 ciwanên Şengalê ji bo xebata perwerdehiya ziman ketin tevgerê. Komîteya Perwerdehî ên Êzidî ji bo zarokên li çiyayê Şengalê dest bi xebatê perwerdehî kir. Endama Komîteyê Gûlîstan Mîlîtan destnîşan kir ku di 3'ê Tebaxê de gelê Şengalê rastî qirkirina çandî û fîzîkî hatiye û wiha got: "Xwestin hem di warê çandî de û hem jî di warê fîzîkî de qirbikin. Di fermanê de me gelek tişt wenda kir. Birînên kur bi me hemûyan re vekir. Bê guman herî zêde zarok pê bandor bûn. Em jî wek ciwanên Şengalê xwe bi rêxistin dikin û hewldidin derûniya zarokan sererast bikin û perwerdehiya wan berdewam bikin. Perwerdehiya despêkê sala borî di konan de me dest bi perwerdehiya ziman kir. Zivistan gelek sare û havîn ê vir jî gelek gerime. Di şertên wiha de gelek zehmet dibe lê belê li beramberî hemû zehmetiyan me perwerdeya xwe qedand û îsal jî me dest bi perwerdehiya nû kir. Navê her dibistanekî bi navê ciwanên ku di pêvçûna Şengalê de şehît ketiye me lêkir. Van zarokan wê ciwanên ku ji bo şertê jiyanê başbikin şehît ketin ji bîr nekin."
'700 zarok perwerdê dibîne'
Gûlîstan anî ziman ku ji bo ew zehmetiyên sala borî cardin nejîn dest bi amedekariyê kirine û wiha domkir: "Bi komîtiye Perwerdehî a Rojava me hevdîtin pêk anî. Ew 11'e karavana ji bo dibistanê diyarî me kirin. Her wiha îsal me amedekariya pirtûkên perwerdê kir. Ji bo ku perwerde di çerçoveya pergalek de bê rûnişkandin me komîteyê xwe avakir. Niha li çiyayê Şengalê di 11'e karavan û 2 konan de 700 zarok perwerdeya xwe dibîne. Ji ber hêjmarê zarokan geleke her danê em komek digrin perwerdê. Niha tenê me dibistana seretayî refa 1,2,3,4 daye despêkirin. Dema ku derfet û mercên me hîn baştir be em ê dibistanên navîn û lîseyê jî vekin. Perwerdehiyên me ji zimanê dayîk, bîryarkarî, zanyariya civakî, mûzîk, werzîş û beşên ehlaqî pêk tê."
'Hikûmeta herêmê astengiyê derdixe'
Gûlîstan da zanîn ku hikûmeta herêmê ji bo ku vîna Êzidiyan bişkîne her tiştî dike û wiha pêde çû: "Hikûmeta herêmê naxwaze em bi lehceyê Kurmancî perwerde bibînin û ji ber vê ji niha de gelek pirsgirêk û astengî derdixe. Herî dawî hatin li gundê Kersê dibistana me girtin. Nêzî 300 pêşmerge tevî çekê giran doçka dora dibistanê dorpêç kirin, zarokan ji dibistanê derxistin û dibistan girtin. Em ê li hember van astangiyan dev ji têkoşîna xwe bernedin. Li kur dibe bila bibe di kîjan şert û mercî de dibe bila bibe em ê perwerdehiyê xwe berdewam bikin. Çi derfet ji destê me bê em ê ji bo zarokan bikin jiyanê."
'Pêdivî bi alîkariyê heye'
Gûlîstan di dawiyê de wiha got: "Derfetên me kêmin hîna di du konan de zarok perwerde dibînin. Pêdiviyên me bi pirtûkên çîrok, pênûs û defter heye. Baran û sira vir zêdeye, ji bo ku zarok perwerdeya xwe bi tendurist bibînin pêdivî bi cilên qalind û solan heye. Di vî milî de zarokên Şengalê destê xwe dirêjî mirovên xêrxwazan dikin."
Ji bo kesên dixwazin destê xwe dirêjî zarokên Şengalê bikin û alîkarî bidin li ser hijmara 009647511982278 dikarin xwe bighînin endama Komîteya Perwerdehî ya Êzidiyên Şengalê Gûlîstan Mîlîtan.
(rc)