RJAK, li beramberî astengiya PDK'ê xebatê xwe didomîne
11:11
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - RJAK li başûrê Kurdistanê li beramberî hemû astengiyan xebatê xwe berdewam dike. RJAK a ku çavkanî ji fikir û ramanê Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan digre, hewl didin ku bi tevahî jinan re werin ba hev û li ser nasnameya jin xebatê xwe bimeşînin. Rêvebera RAJK'ê Banu Helepce destnîşan kir ku azadiya jin sembola berxwedanê ye û anî ziman ku jinên RAJK'ê bi vîn û hêza xwe a cewherî têkoşîn li hember polîtîkayên PDK'ê dide meşandin.
Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistan (RJAK) demek dirêj li hember hemû astengiya PDK'ê xebatê jin li bajarê Silêmaniyê didomîne. Rêvebera RJAK'ê Banu Helepce li gel pirsgirêkên ku li başûrê Kurdistanê têkoşîna jinan nirxand û diyar kir ku ew li herêma başûr parastina mafê jinan dikin û got ku PDK'ê li hember pêşketina jin dibe asteng.
'Em ê xebatê xwe derxin asta herî jor'
Banu destnîşan kir ku ew ji bo maf û azadiya jin xebatên xwe bi aweyek çalak didin meşandin. Banu diyar kir ku jin li başûrê Kurdistanê rastî astengiya mêr tê û ew wek RJAK'ê hewl didin ku jin ji vê rewşê rizgar bikin. Banu da zanîn ku ew ji fikir û ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sûdê werdigrin û wiha got: "Em felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan esas digrin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo pêşketina jin çi ji dest hatiye kiriye. Bi sayê rêbertî pêşengiya jin derketiye holî û jiyana bêy jin nayê afrandin daye nîşan kirin. Em wek jin soz didin rêbertî û tevahî jinên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji destdane, li hember hemû astengiyan xebat û têkoşîna xwe bilind bikin."
'Li beramberî hemû astengiyan em xebatê xwe rêvedibin'
Banu da zanîn ku ji ber hilbijartina 1'ê Mijdarê ew pêdivî dîtine ku werin Amedê û wiha pêde çû: "Me xwest em werin paytexta Kurdistanê û di cih de her tişt bişopînin. Başûr di pêvajoyên giran re derbas dibe. Astengiya Hewlêr li ser me mixabin zêde ye. Partiya PDK'ê û saziyên wê gelek astengî derdixin. Em hewl didin li Silêmaniyê xebatê xwe rêve bibin. Li beramberî hemû astengiyan jin bi aweyek çalak xebata xwe bi rêve dibe. Di nava partiyê de xebat û çalakiyên me berdewam dike."
'Divê xebat li ser nasnameyê jin bê kûr kirin'
Banu anî ziman ku ew wek RJAK'ê hemû xebatên xwede fikir û felsefeya Abdullah Ocalan esas digrin û got divê hemû jin ji ramanên Abdullah Ocalan sûdê bigre û bixwîne. Banu destnîşan kir ku azadiya jin sembola berxwedanê ye û bi lêvkir jinên RAJK'ê bi vîn û hêza xwe a cewherî têkoşîna li hember polîtîkayên PDK'ê dide meşandin. Banu qala xebatê RJAK'ê kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Herî zêde jin ji bo azadî, maf, rêz û vîna xwe têkoşîn. Divê ne tenê jinên her çar aliyê Kurdistanê di heman demê de jinên cîhanê û Rojhilata Navîn piştevaniya vê xebatê bike. Divê tevahî jin li hev bicivin û li ser nasnameya jin xebat bidin meşandin."
(rc)