'Em ronahiya azadiyê di jinên Kurd de dibînin'

12:03

JINHA

QEMIŞLO - Şendeyek ji Partiya Çeb a Almanya Navenda Yekîtiya Star û Weqfa Jina Azad a bajarê Qemişlo ziyert kir. Bi armanca naskirina û avakirina projeyên nû civînek hat li darxistin.

Li Rojava jin bûya modela jina azad ji ber vê yekê ji aliyê jinên cîhanê ve rastî eleqeyek mezin tê. Şandeyek bi armanca naskirin û şopandina xebatê jinên Rojava hatin bajarê Qamilo a Kantona Cizîrê. Heyetek ji Partiya Çep a Almanya yê Navenda Yekîtiya Star û Weqfa Jina Azad ziyarte kirin. Koma ku ji 6 kesan pêk tê ji aliyê Rêveberên Yekîtiyê Star ve li navendê hatin pêşwazî kirin.

'Em ronahiya azadiyê di jinên Kurd de dibînin'

Di civînê de şande diyar kir ku li welatên Ewropayê hêviyê herkes ji jinên Rojava heye û wiha gotin: "Em jinên Kurd bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê ve nasdikin. Bi taybet em hêz û hêvî ji jinên Kurd digrin. Jinên Kurd çandek wan a xwezayî heye û li gorî wê dijîn. Em ronahiya azadiyê di jinên Kurd de dibînin. Ji ber vê bi baldarî em berxwedana jinên Kurd ên li Rojava dişopînin."

'Em dixwazin projeyên hevbeş ligel jinên Rojava avabikin'

Şande destnîşan kir ku armanca wan ji vê hevdîtinê projeyên hevbeş bi jinên Rojava re pêş bixin û wiha domkirin: "Me li Hemborgê navendek jin a xweser avakir û em xebatê komîn û kooperatîfan didin meşandin. Armaca me bingehê xebatê bi jinên Rojava re xurt kirine. Bi vî aweyî em ê sûdê ji tecrûbeyên jinên Rojava bigirin û encamê wê li Ewropa bi jiyanî bikin."

Şandê di dawiyê de wiha got: "Em nikarin wetayê hertiştî bi lêvbikin. Lê em ê hewl bidin ku di pêşerojê de têkiliyê xwe berfireh bikin û encamê bi jiyanî bikin. Em silavê xwe ên gerim ji tevahî şervanên YPJ/YPG'ê re dişînin.

(re/rc)