Tabura jinên HPC'ê perwerde temam kirin û dest bi erkên xwe kirin

13:42

JINHA

DÊRÎK - Jin Tabûra xwe a Hêzên Parastina Civakî (HPC) îlan kirin. Ji aliyek ewlehiya bajêr pêk tînin û ji aliyê din jî giranî bidin xebatên parastina cewherî.

Di 27'ê Tebaxa 2015'an de yekemîn Tabûra taybet a Jinan HPC'ê hate avakirin. Di dewreya ku 15 rojan berdewam kiriye piştî pratîkê perwerde bi dawî bû. Girêdayî Hêzên Parastina Civakî Tabûra jinan ji 40 endaman pêk tê û ew di nava 5 koman de belav dibin. Her komek ji 8 endaman pêk tê û ji bo birêvebirina karê tabûrê Komîteya Lêpirsînê, Komîteya aboriyê û Komîteya Darayî (maliyê) ye hatiye avakirin û Asayîşa Jinan û Tabûra Jinan bi hevkarî nobedariya bajêr organîze dikin.

Rêvebera Tabûra Hêzên Parastina Civakî (HPC) Hediye Ehmed anî ziman ku armanca parastina civakê bi awayekî giştiye û taybetî parastina jinê ye û wiha got: "Em amadene ku li rex şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'ê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê di şer de li berxwe bidin."

(ha/rc)