Desteyên jin hatin ba hev

14:50

JINHA

QAMIŞLO - Serokên Desteyên Jin ên Kantonên Kobanê û Cizîrê hatin cem hev û diyar kirin ku divê têkiliyên di navbera herdu desteyan de bên xurtkirin.

Bi armanca xurtkirina têkiliyên di navabera desteyên jinan ên Kantonên Kobanê û Cizîrê de, pêşxistina karên jinan û sûdwergirtina ji tecrubeyên hev, Seroka Desteya jinan a Kobanê Emîne Bekir, serdana desteya jinan a Cizîrê ya li Qamişlo kir. Emîne Bekir ji aliyê Seroka Desteya jinan a Kantona Cizîrê Emîne Umer û cîgira wê Emel Gewriyê ve hat pêşwazîkirin.

Piştre di navbera serokên herdu desteyan de civînek pêk hat. Di civînê de makanîzmeya veguheztina tecrubeyên ku di aliyên aborî û civakî de li Cîzîrê pêk hatin, ji bo Kobanê hat nîqaş kirin. Seroka Desteya jinan a Kantona Kobanê Emîne Bekir projeyên ku li Kobanê pêk hatin bi bîr xist û destnîşan kir ku deste dê hin projeyên din ên weke vekirina kargeheke dirûtina cilan, dibistanên zarokan, dewreyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê û perwerdeya bîrdozî û hwd, vekin.

(rc)