Jinên Rojava plansaziya 25'ê Mijdarê dikin
17:46
JINHA
QAMIŞLO - Rêveberên Rêxistina Yekîtiyê Star bi civînek re amedekarî û plansaziya 25'ê Mijdarê diyar kirin.
Rêvebirên jin ên Kantona Cizîrê bi armanca amedekariya roja tundiya li ser jinê 25'ê Mijdarê plansaziyek nû derxistin. Bi tevlîbûna Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî, Seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Emîne Omer, Seroka karûbarên derve Remziye Ehmed, Rêvebera Rêxistina Sera Nûra Xelîl, Rêvebera Jin û Encûmanên Zagonsaz Jînda Alî civîn pêk hat.
Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê despêkiriye de hat gotin ku tundiya li heber jinê li hember tevahî mirovahiyê ye. Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî bal kişand ser tundiya rojê û wiha got: "Ji ber ku jin jiyane, jin dayîke, jin welate her dem pîroz tê dîtin. Ji bo vê jî sistem desthilatdar li ser jin tûndiyên cur be cûr daye meşandin. Li hember vê jî jin berxwedanî kir û têkoşîn bilind kir ku di rojekî wekî 25'ê Mijiderê bû rojekî cîhanê a jinan."
Plansaziya civînê wiha ye:
*Wê kolan û taxên Kantona Cizîrê bi panqertên ku rojê îfade bike bê xemlandin.
*Ji aliyê rêveberê jin semîner li tevahî bajaran derbarê rojê de were dayîn.
*Şanoyê ku rojê îfade bike bên pêkêş kirin.
*Atolye bên vekirin û diyarê vê rojê bên kirin.
*Her wiha sînevîzyon wê rojê de bên temaşe kirin.
(re/rc)