Li Farqînê qedexeya derketina kolanan îlan kirin û kesek qetilkirin
08:36
JINHA
AMED - Li Farqînê cara 6'emîn qedexeya derketina kolanan îlan kirin. Beriya qedexeyê tax girtin bindorpêçê, bi gulebarana wesayîtên zirxî Muslum Tayarê 22 salî jiyana xwe jidest da.
Li navçeya Farqîna Amedê cara 6'emîn qedexeya derketina kolanan îlan kirin. Li taxên Tekel, Mescit û Konakê di saet 05.00'an de di mizgeft û wesayîtên zirxî de anonsa qedexeya derketina kolanan kirin. Beriya qedexeya derketina kolanan polîsan bi keyîfî êrîşî taxa Feridun kirin, ji nava taxê dengê teqînan û çekan bilind dibû.
Di saetên serê sibê de bi qedexeya derketina kolanan re xetên telefon û înternetan birîne, li ser navçeyê helîkopter digerin. Piştî îlana qedexeya derketina kolanan gelek wesayîtên zirxî, polîs û leşker sewqî herêmê hatin kirin.
Bi wesayîtên zirxî polîsan xwestin têkevin taxan, di dema êrîşan de dengê teqîn û çekan bilind dibe. Li ser Cadeya Amedê ciwanê bi navê Muslum Tayar ê 22 salî dema ku diçu mala xwe ji aliyê polîsan ve bi gulebarana ji wesayîtên zirxî dihat kirin jiyana xwe jidest da. Muslumê ji bedena xwe û lingê xwe 4 gule xwarî ji aliyê welatiyên derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Piştî mudaxeleya despêkê Muslum rakirin Nexweşxana Zanîngeha Dîcleyê. Ciwanê li gel hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin jiyana xwe jidest da.
(zt)