Li Farqînê êrîş berdewam dikin 2 kes birîdar bûn
13:31
JINHA
AMED - Di encama gulebaranên leşker û polîsan ên dibin dorpêça Farqînê berdewam dikin de Abdulkerim Ereftoz ê 27 salî û rêveberê berê yê Kurdî Derê Faysal Korkmaz birîndarbûn.
Di saetên serê sibê de li navçeya Farqîna Amedê 6'emîn qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Bi despêkirina qedexeya derketina kolanan re tîmên tayîbet û polîs bi wesayîtên zirxî ketin Taxa Xami yê û derdorê gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de li ser Cadeya Azizogluyê Abdulkerim Eleftoz ê 27 salî ji lingê xwe birîndar bû, rêveberê berê yê Kurdî Derê Faysal Korkmaz bi parçeyê şarampolê birîndarbûn. Birîndar rakirin Nexweşxana Dewletê ya Farqînê. Êrîşên tîmên tayîbet û polîsan berdewam dike.
Li aliyê dinê li taxên Tekel û Mescitê li ser Cadeya Azizoglu panzer û wesayîtên zirxî û kepçeyên zirxî hewildidin têkevin taxan, li cihê tîmên tayîbet lêne teqînek mezin derket.
Li Farqînê di 3 mehan de 7 sivîl hatin qetilkirin
Li Farqînê di 17'ê tebaxê, 24'ê tebaxê, 13'ê îlonê, 2 yê cotmehê, 18'ê cotmehê û 3'ê yê mijdarê de bi giştî 6 carin qedexeya derketina kolanan bê lînakirin. Di qedexeyên derketina kolanan ên bi rojan berdewam dikin de Serhat Binen ê 25 salî di 18'ê tebaxê de di encama êrîşên polîsan de jiyana xwe jidest da. Bilal Meygil ê 16 salî di 9'ê îlonê de li Taxa Feridunê birîndarbû û di 27'ê îlonê de dema ku li Êlihê dihat tedawîkirin jiyana xwe jidest da. Vedat Akcanim ê 17 salî û welatiya bi navê Hayriye Hudaverdi ya 75 salî di 2 yê cotmehê de ji aliyê sekvanan ve li ser Cadeya Dicleya Taxa Konakê hatin qetilkirin. Hasan Yilmaz ê 9 salî di 8'ê cotmehê de li Taxa Tekelê di encama teqînekê de jiyana xwe jidest da. Ferhat Gensur ê 16 salî di 19'ê cotmehê de li Taxa Mescit ji aliyê sekvanan ve ji pişt û lingê xwe birîndarbû û hat qetilkirin. Muslum Tayar ê 22 salî di 2 yê Mijdarê de li Taxa Feridun di encama gulebarana wesayîtên zirxî de jiyana xwe jidest da. Her wiha di 6'emîn qedexeya derketina kolanan de birîndar bûne.
Dibin dorpêçê û qedexeya derketina kolanan de dengê teqînan û gulebaranê bilind dibe.
(sg-şa/zt)