Li Geverê gel berxwe dide, 2 ciwan hate qetil kirin

13:35

JINHA

COLEMERG - Li navça Geverê ya Colemergê saetên sere sibê polîs û tîmên taybet taxa Cûmhûriyetê dorpeç kirin. Polîsên raste rast gule barandin, di encama gule barandinê de ciwanek ji sînga xwe bi giranî birîndar bû.

Li taxên navçeya Geverê ya Colemergê ku ji sedî 94 jê dengê xwe da HDP'ê û bersiv da AKP'ê. Îro seat di 09.30'an de tîmên taybet û polîsan li taxa Cumhuriyetê raste rast gule reşandin. Di encama gule barandinê de ciwanek ku navê wî nehat zanîn ji sînga xwe bi giranî birîndar bû.

Polîsan bi wesayitên zirxî kolana Cengîz Topelê li trafîkê girtin. Polîsan hewldan bi kepça zirxî têkevin kolanan. Welatiyên taxê li hemberî êrîşê li ber avahiya Mala Gel kom bûn û bi berxwedana xwe nehiştin polîs têkevin taxê. Polîsan bi bombe, roket û bi bombeya gazê êrîşî gel dikin. Tîmên taybet taxê raste rast gole baran dikin.

Tîmên taybet bombe avêtin kuçeyên ku bend lê hatibûn danîn û ji wesayîtên zirxî tax gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanê 20 salî Dogan Dogma û ciwanê 18 salî Çetîn Dara ji singa xwe bi giranî birîndar bûn. Welatiyan her du ciwan li betaniyan pêçan û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Ligel hemû hewldanên rizgarinê jî Dogan Dogma û Çetîn Dara li neweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Hêzên dewletê yên ku herdu ciwan qetil kirin bi wesayîtên zirxî dora nexweşxaneyê dorpêç kirin. Hat ragihandin ku cenazeyê herdu ciwanan rakirin morgê.

Dema ku welatiyan herdu ciwanên birîndar rakirin nexweşxaneyê ji 7 salî heta 77 salî her kes derket kolanê û li hemberî êrîşa polîsan li ber xwe dan. Welatiyan bi tilîliyan, dirûşman û çalakiya derxistina deng bersiv dan êrîşan. Berxwedana gel li seranserê taxê berfireh bû û polîs dawî li êrîşên xwe anî. Welatiyan bi keviran da pey wesayîtên polîsan heta navenda sûkê wan qewirandin. Piştî êrîşê welatî ji navenda sûkê dest nheta cihê ku herdu ciwan lê hatin qetilkin. Hat zanîn ku nobeta welatiyan li taxê didome û cenazeyê herdu ciwanan hêj li morga nexweşxaneyê tên rawestandin.

(ha/zt)