Yekîtiya Star cejna Aşuriyan pîroz kirin
14:05
JINHA
TIL TEMIR - Rêvebirên Yekîtiyê Star bi boneya Cejna Mar Curcês a gelê Aşuriya serlêdanê mala wan kirin û cejna wan pîroz kirin.
Rêvebera Yekîtiya Star Çinar Yusif, Rêvebira têkiliyan jinan Eble Dewî û Eliye Oglu bi boneya Cejna Mar Curcês a gelê Aşuriyan çûn malê wan û cejna wan pîroz kirin. Gel bi kêfxweşiyek mezin rêveberiyên Yekîtiyê Star pêşwazî dikin û aşure li wan belav dikin. Piştî xwarinê rêvebirên Yekîtiyê Star derbarê girîngiya rojê de nîqaşek da meşandin. Rêvebiran diyar kirin ku divê piştevaniya gelan a çandî bi hêztir bibe û ji bo vê ew xebatê xwe dimeşînin.
Piştî wê cardin rêveberan Cejna Mar Curcês li gelê Aşurî pîroz kirin û berê xwe dan navenda xwe.
(sş/rc)