Plansaziya 25'ê Mijdarê
14:28
JINHA
KOBANÊ - Bi armanca plansaziya 25'ê Mijdarê tevahî rêxistinên Kantona Kobanê li hev civîn.
Li Kantona Kobanê bi armanca plansaziya 25'ê Mijdarê roja şîdeta li ser jin tevahî rêxistinên jin li hev civîn. Civîna plansaziyê ê ku bi pêşengiya Rêxistina Sara hatî despêkirin, Rêveberên Yekîtiyê Star, Mala Jin, Nûnerên PYD'ê ên jin, Endamên Meclîsa Zagonsaz, Endamên Dadgeha Ciwan, Nûnerên Saziyê Ziman û Desteya Karûbarên Civakê beşdarî civînê bûn.
Encama plansaziyê wiha ne:
*Li hemû taxên Kobanê heya roja 25'ê Mijdarê dê semîner li ser girîngiya wê rojê ji aliyê Rêvebirên Yekîtiyê Star û Mala Jin ve werin dayîn.
*Desteya Karûbarê jin ji 22'ê mehê heya 24'ê mihê dê pêşengiya jinan bike.
*Rêxistina PYD'ê û Saziya Ziman wê pêşengeh bi pêşengiya mamosteyan bên amede kirin.
Ji bo amedekariyê cardin wê civîn bên çêkirin û biryarên nû bistînin.
(re-zk/rc)