Li Farqînê Muslum Tayyar hat oxirkirin
15:45
JINHA
AMED - Li Farqînê ciwanê bi navê Muslum Tayyar ê 22 salî ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li goristana Ferudûn hate defin kirin.
Li Farqînê ciwanê bi navê Muslum Tayyar ê 22 salî ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, cenaze Muslum welatiyan, malbat, xebatkarê şaredariya Farqînê û Hevserokê DBP'ê bi diruşmê "Têkoşîn berxwedan rêya me rêya şehîdan", "Tol hildan "û "Şehit namirin"li goristana Ferudûn hate defin kirin. Piştî cenazê Muslum hate definkirin ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin û 'çerxa şoreşe' hat xwendin.
Welatiyan ji bo sersaxiyê derbasî mala şînê ya Uçyol ê bûn.
(ha/rc)